'14'ê Tîrmehê xeta serketinê ye'

Koordînasyona PAJK'ê, berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di salvegera 35. a şehadeta wan de, bi bîr anî.

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku 14'ê Tîrmehê weke serketina îradeyê bi tîpên zêrîn li dîroka gelê Kurd hatiye nivîsandin û diyar kir, di heman demê de bûye havênê dîroka serhildanê ya gelên Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) de li ser berxwedana zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê ev nirxandin hate kirin:

"Îro li gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li dijî zilmê, mêtingeriyê û qirkirina netewe-dewletên li dijî civakê hatine birêxistinkirin, berxwedaneke mezin heye. Têkoşîna azadiyê ya jinan a li dijî şîdeta mêr û koledariya bi her awayî, wekî din şerê şoreşgerî yê ciwanên Kurdistanê li refên herî pêş, vîna 14'ê Tîrmehê ye, ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Lewma, rastiya 14'ê Tîrmehê li dijî hovîtiya ku mêtingeriya Tirk a faşîst li zindana Amedê kir, civakîbûna vîna mirovahiyê ye, ku têk naçe. Veguherî serhildan, tevgera azadiyê ya mezina  civakî. Ji bûyer û pêşketinên sedsala 21'ê tê fêhmkirin, dewleta Tirk a faşîst ne tenê li zindanê têk çûye. Li her cihê ku hovîtiyê lê dike, qirkirinê dike, êrîşên înkar û tinekirinê dike, têk diçe. Gerîlayên azadiyê, li her devera Kurdistanê artêşa dewleta faşîst têk dibin. Lİ Bakurê Kurdistanê bi rengekî bi heybet xwedana xweparastinê hatiye kirin. Di roja îro de dîrok ji berxwedana destanî ya jin û ciwanên Kurdistanê yên li ser xeta 14'ê Tîrmehê ne, şahidiyê dike. Wekî din li Rojava, li Şengalê rastiya gelekî sipîsax hatiye afirandin. Gelên Rojhilata Navîn, li dijî tekparêziyê, feraseta neteweya serdest û mezhebiyê, ala neteweya demokratîk li ba didin.

'XETA ME, MEŞA LI SER XETA WAN E'

Çawa ku berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi serketina vînê re reşetarî veguherandin ronahiyê, çawa ku zincîrên koledariyê qetandin û bûn ava jiyanê ya jiyana azad, erka me ye ku em jî berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr bînin û li ser xeta wan bimeşin. Li ser vê bingehê divê em rêbaza serketinê ya şerê gel ê şoreşgerî li her cihî, li her karî, li her qadê nîşan bidin. Di vê pêvajoyê de, milîtanên me yên partiyê wê di şerê gel ê şoreşgerî de, di berxwedanê de bi rola pêşengiyê rabin, tevahiya gelên me bi taybetî jin û ciwan wê bi ruhê 14'ê Tîrmehê di şerê gel de wek û berpirsyariya welatparêziyê bi cih bînin.

'PÊWÎSTIYA BINGEHÎN A SERKETINA ŞOREŞÊ, VÎN E'

Xeta me ya partiyê, ku bi pêşengiya Rêber Apo rê li ber pêşketinên şoreşî vekiriye, xeta fedayî, xeta serketinê ya Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Sara, Zîlan e. Eger jinên ji her temenî xwe bi bîrdoziya rizgariya jinê xemilandine, rahiştine çekê û bûne xwedî sekneke azadiya civakî, eger gel bi her tiştên xwe tevlî şoreşê dibe, hingî ti hêz nikare jinan, gelan û ciwanên şoreşger bisekinîne. Pêwîstiya bingehîn a ji bo serketina şoreşê, derfet û îmkan nîne. Tecrûbe û daneheviya çil salan a şoreşa me, ev rastî li her cihî, li Kurdistanê û derveyî welat derxistiye holê. Ji ber vê yekê, pêwîstiya bingehîn a ji bo serxistina şoreşê, vîn e. Ev jî hatiye afirandin. Jin û ciwanên Kurd tevî hemû beşên civakê pêşengiyê ji şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn, ji şoreşa jinê re dikin. Erk û wezîfeyên ku şehîdên me yên 14'ê Tîrmehê ji me re hiştine, ev in. Li gel pêşketinên li qada azadiyê, her wiha dijberên şoreşê, hêzên netewe dewlet ên serdest, hêzên global ên kapîtalîzmê, nokerên herêmî û hêzên xayin di dewrê de ne.

'DORA SERKETINÊ YA ME YE'

Li ser vê bingehê, çawa vîna 14'ê Tîrmehê bi ser ket, niha jî dora serketinê ya me ye. Bi vî rengî em dikarin bibin hevrêyên hevrêyên xwe, ku mezin jiyan e, mezin li ber xwe dane û bi qasî ku herikîna dîrokê biguherînin ji jiyanê hez kirine ku di oxira wê de canê xwe feda kirine. Bêguman wan ji vî gelî bawer kirin. Baqweriya wan a ji gelê Kurd, şoreşgeran, gelên Tirkiyeyê yên demokratîk û gelên din ên Rojhilata Navîn, bû rastî bi xwe. Bi birêxistinkirin, mayindekirin û parastina netweya demokratîk a gelên me re, bi bidestxistina statuyê re, li ser bingeha hevdîtina azad a bi Rêbertî re em şehadetên mezin ên 14'ê Tîrmehê careke din bi bîr tînin. Em bang li her kesî dikin, ku bi ruh û vîna 14'ê Tîrmehê, heta serketinê têkoşîna şoreşgerî mezin bikin."