10 meh cezayê dîsîplînê li Tûncel birîn

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ji bo destekê bide greva birçîbûnê ya Leyla Guven, kete greva birçîbûnê ya 10 rojan. Li ser vê yekê 10 meh cezayê dîsîplînê li Tûncel hate birîn.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'ê ya Kandira ya Kocaeliyê dîlgirtî ye, ji bo piştgiriyê bide Leyla Guven tevî 14 girtiyên jin kete greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan. Lê belê cezayê dîsîplînê lê hate birîn.

Tûncel nameyek şand û diyar kir ku ji ber ketiye greva birçîbûnê, rêveberiya girtîgehê ceza lê biriye ku 10 mehan tevlî aktîvîteyan û sporê nebe.

Tûncel got, "Berî dest bi greva birçîbûnê bikin, lêpirsîna dîsîplînê dixin dewrê. Mejî heman mejî ye, çi li hundir çi jî li derve. Hewl didin li her cihî azadiyê pasîfîze bikin. Zanin ku ev siyaseta cezakirinê bi ser nakeve, hêrs û biryardariya me mezin dike."