Yazar: Em ê sûcên qeyûm ên li bajêr eşkere bikin

Hevşaredara Serêkaniyê Rahşan Yazar ragihand ku wê sûcên qeyûm ên li bajêr raxin pêş çavan û bi feraseta şaredariyeke zelal hatin û çûyîna şaredariyê ji gel re ragihînin.

SERÊKANIYÊ

Piştî ku îtirazên AKP'ê hatin redkirin Hevşaredarên Serêkaniyê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin û dest bi wezîfeya xwe kirin. Hevşaredar Rahşan Yazar ji ANF'ê re axivî û got, "Li ser Serêkaniyê demeke dirêj e zexteke giran heye. Gefxwarin, tirsandin, dûrxistina mirovan ji karê xwe û gelek kiryarên bi vî rengî yên zordar hebûn. Cihêkarî, nijadperestî, rakirina li hemberî hev a civakê û sorkirina dijminatiyê li ser navçeyê hatibûn ferzkirin. Di nava 10 salan de xizmeteke bi tenê jî nehatibû kirin. Ji ber ku di dema şaredariya partiya me de xizmeteke xurt ji gel re dihate kirin û xelkê Serêkaniyê ev yek dît, di hilbijartinê de tecrîha xwe li aliyê me danî û em hilbijart."

KARÊN QIRÊJ Û HÊZÊN PARAMÎLÎTER

Rahşan Yazar diyar kir ku bajar ji ber ku li ser sînor e her cûre karên qirêj lê tê kirin, hêzên paramîlîter hene û got, "Di rêveberiya me de wê karên bi vî rengî yên rantê û danûstandinên bi hêzên paramîlîter re bêne astengkirin. Wê destê hêzên paramîlîter hatibe birîn. Wê şaredariya bi feraseta rantê dewam neke. Lewma nikarin xwe li vê yekê rabigirin."

JI BO AKP-MHP'Ê GIRÎNG BÛ

Rahşan Yazar anî ziman ku ji ber Serêkaniyê li ser sînor e, têkildarî polîtîkaya li hemberî Kurdan ji bo hikumeta AKP-MHP'ê girîng e û got, "Dema ku di destê hikumeta AKP-MHP'ê de bû, vê yekê derfet dida hikumetê ku bi hêzên paramîlîter dest li herêma Kurdan a li aliyê din ê sînor werde. Dewletê hêza xwe bi kar dianî û ev yek bi hêsanî dikir. Ji ber vê yekê Serêkaniyê ji bo desthilatdariyê xwedî girîngiyeke stratejîk bû."

WÊ BIBE ŞAREDARIYA HER KESÎ

Rahşan Yazar destnîşan kir ku wê hemû sûcên li bajêr raxin pêş çavan, bi feraseta şaredariya zelal hatin û çûyîna şaredariya pêşkêşî gel bikin û got, "Em ê çalakiyên çand û hunerî lidar bixin, tûrîzma dîrokê teşwîq bikin. Em ê piştgiriya pêwîst bidin sporê, sporvanan. Em ê sererastkirina îmarê pêk bînin. Em ê piştgiriyê bidin cotkaran. Em ê derfet û firsendê bidin jinan, ciwanan. Ji bo afirandina derfetên kar em ê bikevin nava hewldanan. Ji bo astengdar karibin hîn bi hêsanî bijîn û li malê asê nemînin em ê piştgiriya wan bikin. Bi feraseta xwe ya azadîparêzî û wekheviya jinê em ê jiyaneke bajêr a aştiyane û aram pêşkêş bikin. Em ê bi feraseta şaredariya her kesî, her beşên civakê tevbigerin."