Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê 

Parlamenterê BDP'ê yê berê Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê Hevşaredariyê yê Bedlîsê yê DEM Partiyê. 

Piştî îtîraza AKP'ê ya li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), namzetê Hevşaredariya Bedlîsê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Faruk Îşlek bi hinceta "Ji wezîfeya xwe îstifa nekiri”ye hat betalkirin.

DEM Partiyê serî li YSK'ê da, lê îtîraz nehat qebûlkirin. Li ser vê yekê DEM Partiyê ragihand ku parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê berê Mehmet Nezîr Karabaş ji bo Hevşaredariya Bedlîsê namzet nîşan daye.