ANALÎZ

Têkçûna eniya faşîzmê di hilbijartinên Tirkiyeyê de

Astengiya sereke ya li ber çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkvejiyana gelan li Rojhilata Navîn, dewleta Tirk a faşîst e. Lewma bi guherînên li Tirkiyeyê serdemeke nû li Kurdistan û Rojhilata Navîn destpê dike.

TÊKÇÛNA ENIYA FAŞÎZMÊ

Encamên hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyeyê ku di 31’ê Adarê de hatin çêkirin, bi xwe re komek guherînên nû anîn ku heta astekê dihatin çaverêkirin. Di rastiya xwe de ev guherîn diviya di hilbijartina serokkomariyê ya 2023’yan de bibûya, lê belê şiyan û parçebûna eniya opozîsyonê nekarî eniya faşîzmê têk bibe. Ji aliyekî din ve serkeftina eniya faşîzmê di hibijartina serokkomariyê de bi rêjeyeke kêm, nîşan da ku temenê desthilatdariya Erdogan-Bahçelî serberjêr e.

Hevpeymaniya Cûmhurê ku ji AKP, MHP, Partiya Buyuk Birlik, Partiya Yeniden Refah û Hudaparê pêk hatiye, di bingeha xwe de yek fikir in. Lê belê di hilbijartinê de ji bo ku her yek ji wan hêza xwe bizane, bi lîsteyên serbixwe ketin hilbijartinê. Aliyê opozîsyonê pir lihevkirî nebû û piştî hilbijartina serokkomariyê û binkeftina Kemal Kiliçdaroglu bi temamî belav bû. Her yek bi rêya xwe de çû. Bi taybetî Partiya Iyi ya bi serokatiya Meral Akşenerê bi temamî kete çeperê dijberîkirina CHP’ê, lê nekarî tiştekî bi dest bixe, berevajî, rastî parçebûn û hilweşînê hat.

Ji ber encamên hilbijartina serokkomariyê gelek rexne li Hevpeymaniya Ked û Demokrasiyê hatibûn girtin. Hevpeymaniya Ked û Demokrasiyê ji bo serokkomariyê berbijêrek diyar nekiribû û di heman demê de nekarî hevpeymaniyê biparêze. Lewma bê ku cihê wê diyar be, bi awayekî lawaz bûbû beşek ji peymana maseya şeş alî.

Ji ber ku Erdogan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn wek karteke fişarê li hember aliyên azadîxwaz û demokrasîxwaz û hêzên Kurdistanî bi kar tîne, vê yekê wisa kiribû ku HDP xwe sînordar bike. Lewma pêwîst dikir ku di rêxistinkirin û siyasetê de guherîneke berfireh bê kirin. Di kongreya Partiya Çep a Sewz de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate damezrandin û Tûncay Bakirhan û Tulay Hatimogullari wek hevserok hatin hilbijartin. Vê yekê hêzeke nû da eniya azadî, demokrasî û pêkvejiyanê ya gelan li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê. Ji aliyekî din ve jî bi hatina hilbijartinên xwecihî re ji bo diyarkirina berbijêrên hevserokatiyê û encumenên şaredariyê, bi beşdarbûna zêdetirî sed hezar kesî DEM Partiyê pêşhilbijartin çêkirin û piraniya berbijêran bi rêbazeke demokratîk hatin hilbijartin. Di encamê de DEM Partiyê bi moral û coşeke nû xwe ji bo hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê amade kir.

Di hemû hilbijartinan de divê hevpeymanî bên çêkirin. DEM Partiyê dubare bi CHP’ê re hevpeymaniyek çêkir, lê vê carê bi şêwazeke nû ku tê de hevsengî hebû. Bi navê ‘lihevkirina bajarî’ hate diyarkirin ku di kîjan bajarî de divê çawa piştgiriya hev bikin, her wiha piştî hilbijartinan divê çawa bi hev re bixebitin. Vê yekê heta astekê encam girt. Bi taybetî bajarên mezin ên wekî Stenbol, Îzmîr, Antalya û Mêrsîn nehiştin ku bikevin destê AKP û Erdogan. Her wiha li Kurdistanê jî tevî hemû fên û dek û dolaban û tevî hemû veguhastina hilbijêrên sexte jî, bi awayekî giştî DEM Partiyê serkeftineke berbiçav bi dest xist.

DEM Partî ku ji mîrateya têkoşîna demokratîk a gelê Kurd û hêzên azadîxwaz ên Tirkiyeyê tê, xwedî ezmûneke mezin e. Ji aliyekî din ve jî hevserokên wê xwedî têkoşîneke berbiçav in di rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîzekirina Tirkiyeyê de. Tûncer Bakirhan berê hevserokatiya bajarê Sêrtê kiriye û Tulay Hatimogullari jî Ereb e û ji derdoreke çep û sosyalîst e. Vê yekê hêza siyasî û jixwebawerbûn zêdetir derxist.

Divê mirov wek geşedaneke nû li ser encamên vê hilbijartinê bisekine, çinku AKP niha bûye partiya duyem. Her wiha Partiya Iyi û MHP û gelek partiyên biçûk ên neteweperest û faşîst rojên temenê xwe yên dawî dihejmêrin. Ji aliyekî din ve CHP li ser asta Tirkiyeyê bû partiya yekem. Li asta Kurdistanê jî di pîrozbahiyên Newrozê û mîtîngên hilbijartinê de diyar bû ku DEM Partî dê bibe yekem. Ew Kurdên ku li ser rêbaza Apo ne, tenê serkeftin hêjayî wan e. Êdî nexşeya siyasî ya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi guherînê diçe. Pêwîst e hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz vê guherînê bigihînin serkeftineke yekcarî.

Wekî Partiya Yeniden Refah hin aliyên din jî di vê hilbijartinê de wek hêz serê xwe derdixin ku çênabe ku mirov wisa bi asayî lê binêre. Ji ber ku divê bê zanîn ku faşîstekî wek Erdogan di wê dibistanê de mezin bûye. Niha ku şaredariya Rihayê bi dest xistiye, çênabe ku mirov bihêle ku xwe li Kurdistanê bike hêz.

Wekî her tim PDK/Iraqê rola xwe ya dijneteweyî û dijkurdistanî lîstiye. Di 22 sal temenê AKP û Erdogan de, PDK’ê bi hemû hêza xwe piştgiriya wan kiriye. Hetta gelek caran Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji bo propaganda û komkirina dengan ji bo wan çûne Bakur. Di van her du hilbijartinên dawî de, PDK bi hevpeymaniya li gel Erdogan dixwaze Hîzbullaha ku destên xwe bi xwîna Kurdên welatparêz sor kiriye û niha bi navê Hudapar xwe rêxistin kiriye û gel jê re dibêje Hîzbulkontra, di bin perdeya Îslam û mihafezekariyê de zindî bikin. Dîsan di vê hilbijartinê de PDK ev mehek e ji bo propagandaya Erdogan û ragihandina serkeftina wî TV’yên xwe birine Stenbolê. Li gel PDK’ê di heman demê de partiyên bi navê Îslamî jî li Başûr bûne organa AKP û Hîzbulkontrayê û şev roj propagandaya wan dikin. Divê Hîzbulkontra (Hudapar) wek hêzeke çete û li dijî Kurd û azadiya jinan û li dijî demokrasî û pêkvejiyanê bê dîtin. Her wiha di heman demê de divê rola PDK û wan hêzên bi navê Îslamî jî divê bê dîtin ku bûne aşiqî kujerên Kurd û şoreşger û azadîxwazan.

Ew rewşa tevlihev ku niha başûrê Kurdistanê tê re derbas dibe, sedema wê ya serekî dagirkarî û êrişên desthilatdariya Erdogan in. PDK û aliyên Îslamî bûne parçeyek ji vê eniya faşîst û têkçûna xwe bi têkçûna eniya Erdogan re dibînin. Divê eniya neteweyî û demokrasiyê li Başûr wêrekane derkeve meydanê û nehêle di tu warî de AKP, PDK, Hudapar û partiyên Îslamî xwe bi ser başûrê Kurdistanê û Iraqê de ferz bikin.

Êdî goga eniya faşîzmê ya bi serokatiya AKP-MHP’ê serberjêr diçe. Çênabe ku mirov bihêle ku ew xwe rast bikin. Ji bo vê yekê jî divê hêzên azadîxwaz bi pêşengiya jin û ciwanan dawî li vê zilm û zordariya AKP û Erdogan bînin ku bûne sedema şer û tevlihevî û dagirkerî û kedxwarî û hejarkirin û birçîkirin û kuştina jinan. Demokratîzebûna Tirkiyeyê dê rê li ber guherînên dîrokî li Rojhilata Navîn veke, bi taybetî sedemeke serekî ye ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd. Demokratîzekirina Tirkiyeyê di destpêkê de erka DEM Partiyê û hemû hêzên azadîxwaz e. Ew kesên ku dibêjin çi karê Kurdan bi demokratîzekirina Tirkiyeyê heye, bersiva kurt ew e ku bêyî demokratîzebûna Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd li bakur û başûr û rojavayê Kurdistanê çareser nabe. Ji ber ku astengiya sereke ya li ber çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkvejiyana gelan li Rojhilata Navîn dewleta Tirk a faşîst e. Lewma bi guherînên li Tirkiyeyê serdemeke nû li Kurdistan û Rojhilata Navîn destpê dike.