Serhat Eren: Wezîrê Dadê îtîraz nake, ferman dide

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, anî ziman ku mafê hilbijartinê yê Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ne li ser ‘îtîrazê’ li ser fermana Wezîrê Dadê hatiye rakirin.

DEM Partiyê, ragihand di 29’ê Adara 2024’an de roja Înê pênc deqeyan beriya bidawîbûna mesaiyê û du rojan beriya hilbijartinan, Wezareta Dadê bi biryar û nameyeke îdarî li dijî mafên qedexekirî yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ku di sala 2022’yan de hemû mafên xwe bi dest xist û ji hemû kontrolên qanûnî derbas bûn, îtîraz kir.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, derbarê rewşa dawî de ji ANF’ê re nirxandin kir û destnîşan kir ku ev ne îtîraz e, berovajî ferman e.

SALEK BERÊ MAFÊN XWE BI DEST XISTIBÛ

Eren, bi bîr xist ku Abdullah Zeydan beriya niha bi salekê mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û wiha got, "Dadgehê beriya niha di 4'ê Nîsana 2023'yan de derbarê mafê hilbijartinê yê Hevşaredarê me Abdullah Zeydan de biryar dabû. Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hemû prosedurên qanûnî bi cih anîn û serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da û namzetbûna wî ji aliyê YSK'ê ve hate erêkirin. Tevî ku salek di ser re derbas bûye jî, bê guman dikarin li dijî vê biryarê îtîraz bikin, ya jî berovajî vê yekê eger biryareke cuda bihata dayîn, wê vê carê mafê Abdullah Zeydan ê îtirazê hebûya. Lê belê salek berê dadgehê ev daxwaz erênî dît û biryarek da, lê du roj beriya hilbijartinê Serdozgeriya Komarê li ser daxwaza Wezareta Edaletê îtiraz kir. Lê di eslê xwe de ev ne îtîraz e, ev yek ferman e.”

EWLEHIYA HIQÛQÎ YA TI KESÎ NÎNE

Serhat Eren, da zanîn ku ev rewş dibe ku were serê mirovek ku ji sûcekî beraat kiriye jî û got ev helwesteke kêfî ye. Eren wiha domand, ''Wê demê kesên ku beraat kirî divê nebêjin: Beriya bi salekê, beriya bi 3 salan, bi deh salan min beraat kir. Ev biryara beraetê dikare ji aliyê dozgerekî yan jî wezîrekî edaletê ve bi fermaneke ji nişka ve derkeve pêşberî wan. Ji ber vê yekê, tiştek bi navê ewlehiya hiqûqê nîne. Ewlehiya hiqûqî ya ti kesî tune ye. Ev darbeyek e, êdî navê vê derbeya hiqûqî ye. Ev darbeyeke siyasî ye. Bêtehemuliya wan a li hemberî îradeya gel e. Dozgerekî ne xwedî wê hêzê û ne jî xwedî wê rewabûnê ye ku biryara bi sed hezaran kesî, ya gelê Wanê vala derxe. Dadgehê ji biryara xwe paşve gav avêt û li ser zext û fermanê biryarek nû da. Ev yek darbeye. Lewma ne pêkan e ku em vê rewşê qebûl bikin.”

DEWLETÊ JI BERÊ VE VÊ PLANÊ KIRIYE

Eren diyar kir ku, li dijî vê yekê mafê Abdullah Zeydan yê îtîrazê heye û wiha berdewam kir, “Planeke welê ye ku dewletê demeke dirêj beriya hilbijartinê di asta herî bilind de pêk anî. Planeke mêtingeriyê ye ku îradeya gelê Kurd nas nake, ne tenê li Wanê, li Kurdistanê jî bi giştî nas nake. Ji ber vê yekê, bê guman em ê hemû rêyên hiqûqî yên li dijî vê bixin dewrê. Lê di heman demê de em ê destûrê nedin vê yekê. Gelê me wê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide."