Gelê Şirnexê li dijî desteserkirina vîna gel a bi rêya leşkerên “veguhestî” meşiyan

Li navenda Şirnexê gel li dijî desteserkirina vîna wan a bi rêya leşkerên “veguhestî” pêk hat, meşiyan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Zekî Îrmez, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajar û bi sedan welatî ji bo li navenda Şirnexê û navçeya Qilebanê l li dijî encamên hilbjartinê îtîraz bikin, çûn ber deriyên edliyeyê û rastî êrîşa polîsan hatin. 
 
Dema şande ber bi Edliyeya Şirnexê ve dimeşiya, pêşiya wan li Qada Omer Kabakê ji hêla polîsan ve hate girtin. Şande û welatiyan israr kirin ku bi meşin û li ser vê yekê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi gazên îsotê û fîşekên plastîk êrîşî girseyê kirin. Di êrişê de bi dehan kes hatin binçavkirin. 
 
Di êrîşê de şêwirmendê Uçar, Erkan Tepelî birîndar bû. Namzetê DEM Partiyê yê Şirnexê Turan Saltan jî rastî êrîşê hat û xwin ji pozê wî hat. 
 
Di heman demê de polîsan xebatkarên çapemeniyê jî asteng kirin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.