Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê mezin bû: Em dengên xwe biparêzin

DEM Partî li navçeyên Xelat û Norşîn ên Bedlîsê mîtîngên bi coş li dar xist. Di mîtîngan de gelek caran banga parastina dengan hat kirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Xelat û Norşînê yên Bedlîsê mîtîngek li dar xist.

XELAT

DEM Partî li qada otogara kevn a Xelatê mîtîngek li dar xist. Qada ku mîtîng lê hat lidarxistin bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Her wiha li qadê pankarteke mezin li ser projeyên DEM Partiyê lê hatibê nivîsandin hat daliqandin. Di mîtînga ku bi sedan kes hatin cem hev, namzetên hevşaredariyê yên Xelatê Zelal Yilmaz û Abdulsamet Baycan û parlamenter Huseyîn Olan û Sirri Sakik jî amade bûn. Dema namzetên hevşaredariyê yên Xelatê Yilmaz û Baycan daketin qadê coş zêde bû. Ciwanan bi tilîlî û nîşaneyên serketinê namzetûn hevşaredariyê Zelal Yilmaz û Baycan pêşwazîkirin, piştre bi awayekî girseyî govend gerandin.

Zelal Yilmaz di mîtîngê de axivî û diyar kir kubi wayekî rêgezî xebatên hilbijartinê meşandine û got ku taxa ku neçûne û deriyekî ku lê nexistine nemane. Zelal Yilmaz anî ziman ku şaredariya AKP'ê ya niha gendelî ye û tiştên gel dide çend malbatan û wiha got: "Em ê di 31'ê Adarê de weke rêyên wan ên herî di sindoqan de veşêrin. Demek dirêj e hûn vî welatî îdare dikin. Hûn hê jî çi soz didin? Hûn nikarin vê yekê li gelê me bikin. Em wek partiyên din projeyên vala nabêjin. Têgihîştina me ev e ku em ê bêyî cudahiyê têxin navbera netewe, ol û ziman, xizmetê bidin her kesî. Em xwedî feraseteke berpirsyar, zelal û meclîsên gel in ku gelê me xwe tê de dibîne. Em li cem ciwan û jinên xwe ne. Em DEM Partî ne ku dê cudakarî û biçûkxistinê ji holê rabike, aştî û aramiyê pêk bîne. Em ê ji we bêtir nêzî we bin. Ev hilbijartin dê di navbera kesên ku xebatên gel didin alîgirên xwe û DEM Partî ya ku her dem bi we re ye de derbas bibe.”

Abdulsamet Baycan got, "Em ti carî tiştên ku dikin qebûl nakin. Em ê vê zîhniyetê li ser sindoqan têk bibin. Di dema xebatên hilbijartinê de me li deriyê her kesî, Kurd û Tirk xist. Lê partiyên din ev yek nekir."

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan ku bi silavkirina her kesî dest bi axaftina xwe kir û got, “Hûn hemû bi dildarî hatin. Du roj li pêşiya me hene. Em ê di van du rojan de pir baş bixebitin. Û teqez em ê roja yekşemê li Xelatê bi ser bikevin, bêyî ku sindoqan bi tenê bihêlin em xwedî li sindoqan dernekevin. Heta ku deng neçin desteya hilbijartinê ya navçeyê em ê dernekevin. Em hay ji xwe hebin, yên ku dengên me didizin hene. Erka wan ev e. Em ê li hemberî wan dengên xwe biparêzin. Em ê rê nedin ku diz pêşeroja me bidizin. Ev ne hilbijartineke normal e.”

 Parlamenterê Agirî yê DEM Partiyê Sirri Sakik diyar kir ku namzetên hevşaredariya Xelatê Zelal Yilmaz û Baycan mirovên jêhatî ne. Sakik anî ziman ku mêr bi destên xwe yên qirêj Xelatê birêve dibin û jin wê bi Zelal Yilmaz re li hev bikin û got, “Xelat dê bi rêveberiyeke nû re rû bi rû bimîne. Di sala 2021’an de me AKP’ê du caran li Agirî di sindoqan de têk bir. Em derewan li gelê xwe nakin. Em ne diz in. Du hevalên me wê bi şev û roj xizmeta we bikin. Li hemberî tiştên ku AKP dike dê DEM Partiya we bibe ronahiya hêviyê. Em partiya hemû nasnameyan in. Em ji ol û baweriya her kesî re rêz digirin. Ji ber vê yekê di partiya me de Çerkes, Ermen, Tirk û Terekeme hene. Ji ber ku em hemû nasnameyan wekî yên xwe dibînin. Bi rastî ger serdest di nava gel de nakokiyan dernexin, di nava gel de ti pirsgirêk dernakeve. Lê siyasetmedar hewl didin cudakariyê têxe navbera me. Lê em hewl didin ku hûn bi hev re bihêlin. Niha dema aştiyê ye. Em tenê dengan naxwazin. Hûn ê jî tevkariyê li aştiyê bikin. Hemû pereyên me diçin şer. Em niha dixwazin pere ji bo aştî û aramiyê biçe.”

Mîtîng bi stranên Cesîm Başboga bi dawî bû.

NORŞÎN

Mîtînga li Norşînê li ber avahiya navçeya DEM Partiyê hate lidarxistin. Di mîtîngê de eleqeya ciwanan  zêde bû. Li qada mîtîngê gelek caran dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Di mîtîngê de bi sedan kes amade bûn û gelek kesan jî ji pace û baniyan mitîngê temaşe kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Norşînê Ulfiye Ozcan û Mehmet Şîrîn Uncu û parlamenterên DEM Partiyê Huseyîn Olan û Sirri Sakik beşdarî mîtîngê bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan xîtabî gelê Norşînê kir û banga parastina sindoqan kir.

Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Sirri Sakik jî diyar kir ku qeyûm polîtîkayên mêtingeriyê dimeşînin. Sakik da zanîn ku hikûmetê îradeya Kurdan paşguh kiriye. û wiha axivî: "Heta ev gel azad bibin em ê daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman."

Mîtîng bi stranên Kurdî û gerandina govendê bi dawî bû.