Tulay Hatîmogullari: Li şûna ji bo şer derî bi derî digerin, li deriyê Îmraliyê bixin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP'ê û got: "Li şûna şer derî bi derî biçe, deriyê Îmraliyê bixin."

Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogullari beşdarî mîtînga li Silopiyayê bû.

 Tulay Hatîmogullari ev peyam da:

“Ez Sêvê, Pakîzeyan, Fatmayan, Dayika Taybet û 33 canên li Roboskî jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim.

Hevşaredarên me Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk bi xebatên xwe feraseta şaredariyê nîşan dan. (...) Li ser mînakên Silopiyayê careke din dixwazin bi bîr bixim. Şaredariya DEM Partiyê ev tişt kir: Ji bo malan heqê avê mehane 9 TL destnîşan kir. Wesayîtên nav bajêr ji xwendekaran 25 quruş, ji bo jinan jî 50 quruş e. Bawer bikin ev yek li tu derê Tirkiyeyê tuneye. Di nêzîkatiya şaredariyên qesrê dr dizî, xapandin, gendelî û dizî heye, lê ji bo xwendekar û jinan hema bêje heqê rê ya bêpere tune. Me ev yek bi dest xist.

ME XEBATÊN JINAN JI  SEDÎ 200 ZÊDE KIR

Dîsa şaredariya me ya Silopiyayê ji sedî 200 xebatên jinan zêde kir. Bi perwerdeya pirzimanî kreş vekirin. Di navendên çand û hunerê de qadên ku her kes bi çand û zimanê xwe yê zikmakî tê de kar bike ava kir. Weke partiyeke ku girîngiyeke mezin dide têkoşîna ekolojiyê me li vir 6 hezar dar çandin. Her darek DEM Partî ye, leşkerê DEM’ê ye. Ez wek Hatayiyekî û ji erdhejê xilas bûbûm dizanim ku Şaredariya Silopiyayê çawa hat alîkariya me. Ez şorbeya ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ve li Antakyayê hatiye avakirin û şorbeya ku li Defneyê hatiye avakirin nas dikim. Ez li ser navê welatiyên me yên li wir û hemû mexdûrên erdhejê hezar carî spasiya gel û Şaredariya Silopiyayê dikim.

EM Ê DIZAN LI SER SÛC BIGIRIN!

Gelê Silopiyayê, lîstikên AKP'ê li her derê Kurdistanê dewam dikin, xebatên AKP'ê yên ji bo bidestxistina hilbijartinan bi hîleyan dewam dikin. Em ê tevahiya diziyên wan eşkere bikin. Haya me jê heye ku gelek hilbijêrên qaçax veguhestine navenda Şirnexê û navçeyên wê. Du rê hene ku em vê lîstikê vala derxînin. Ya yekemîn ew e ku em kesên qet heta niha deng nedayîn me qaneh bikin. Ya duyemîn jî ew e ku em kesên li derve qaneh bikin û bînin vê derê da ku dengê xwe bidin. Bi ruhê seferberiyê em dikarin hemû şaredariyan bi dest bixin

I BO DENGDAYÎN LI DOST Û HEvALÊN XWE BIGERIN

Dibe ku li Silopiya, Cizîr, Şirnex an jî li navçeyên din ên ku li derveyî bajêr bijîn, birayên me yên karker û xwendekar hebin. Awayê duyemîn ew e ku li ku derê dost, heval an xizmekî we hebin telefon bikin û ji wan bixwazin ku li wir dengê xwe bidin. Em vê ji we daxwaz dikin. Divê herin avahiya bajar-navçeyê yên DEM Partiyê ya herî nêzî wan û navên xwe binivîsin. Em ê wan bigihînin cihên ku lê deng didin. Gelê birûmet ên Silopiyayê, gelê Şirnexê yê birûmet, gelo em amade ne ku li ser sindoqan dersê bidin van dizan?

BANGA PARASTINÊ SINDOQAN

Ciwanên hêja; hûn hêviya gelê Kurd û hemû gelan in. Daxwazeke me ya taybet jî ji we heye. Gelo ciwan amade ne ku li dijî dizên sindoqan û hîleyên AKP'ê xwe bi rêxistin bikin ku ewlehiya herî zêde ya sindoqan pêk bînin? Em ê sindoqên xwe biparêzin? Heta ku ciwanên bi vî rengî hebin wê ti carî kes nikaribe gel, gelê Kurd bide çokan. Yên qesrê bi dîtina ciwan, jin û gelê me yê li vê qadê wê careke din van hemûyan hîn bibe.

JIYANA BAJAR BÛYE ÊŞKENCE

Lê belê AKP guneh û diziyê didomîne. Jixwe diziya herî mezin bi walî û qeymeqamên ku li şaredariyên gel wezîfedar kirine, îradeya gelê Kurd nas nakin. Lê di heman demê de Wan şaredariyan vala kirin û bi israr xizmet nekirin. Li şûna ku rê, peyarê, kanalîzasyon çêbikin û ji bo gelê Kurd derfetên kar biafirînin, jiyana bajaran kirin êşkence. Em ê vê zihniyetê, zihniyeta qeyûman û van zaliman têxin bin sindoqan.

ERDOGAN LI AMEDÊ QALA KUŞTINA KURDAN KIR

Erdogan duh çû dilê Kurdistanê li Amed û Êlihê mîtîng li dar xist. Li Amedê dibêje, we dengê xwe nedaye vî birayê xwe, em jî wisa difikirin. Erdogan tu tê Amedê û dengan dixwazî? Ji bo propagandaya hilbijartinê çûye Amedê û behsa lûtkeya şerê wan ê li Iraqê, çawaniya qirkirina gelê Kurd û operasyonên li ser sînor dike. Aqilê xwe wenda kirine, mîna ku ji kurdan re bibêjin ez sozê şer didim we, lê hûn dengê xwe nadin min. Mîna ku aqilê xwe winda kirine. Di nav wan de dijminatiya li Kurdan a ku sînoran nas nake berdewam dike. Em niha hema li ser sînor in, em li Silopiyayê ne û ji vî sînorî em careke din dibêjin em ê destûrê nedin şer. Me ji bo aştiyeke birûmet şer kir. Gelê Kurd ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşe. Gelê Kurd berdêla aştiyeke birûmet da. Em dibêjin êdî bes e, em dibêjin aştî, em dibêjin aştî, em dibêjin aştî.

DEM Partî partiyeke ku ji 72 neteweyan bi heman perspektîfê li her kesî dinêre û vîna tu kesî desteser nake.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Lê gelo AKP çi ye? Rejîma yekzilamî hhye. Xwestin tevahiya Tirkiyeyê mehkûmî yekzilamî bikin. Dixwestin ji Qesrê hemû Tirkiyeyê wek sîstemeke sultantiyê bi rê ve bibin. Em li dijî vê yekê derketin, me got demokrasî.  Ger tayînkirina qeyûm li ser vîna bi milyonan Kurdan ne desteserkirin be çi ye? Îxmalkirina daxwaza aştiyê ya gelê Kurd, daxwaza rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, berdewamkirina tecrîda Îmraliyê, ne desteserkirin be çi ye Erdogan? Em bi hev re dibêjin divê tecrîd bê rakirin.

LI DERIYÊ ÎMRALIYÊ BIXIN

Em hemû ji Silopiyayê bi çepik û qîrîna dirûşman daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne û dayikên xwe nobeta edaletê digirin, ji bo tecrîd bê rakirin û pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin bigihînin qesrê?

Em careke din li vir ji sînor dibêjin, kesên ku ji bo şer derî bi derî digerin, yên ku gelek wezîrên xwe dişînin civînên şer, yên ku hewl didin destwerdana Rojava û Kurdistana Iraqê bikin, em ê ti carî qebûl nekin. Û em dibêjin li şûna ji bo şer derî bi derî digerin, deriyê Îmraliyê veke, rêya aştî û diyalogê ji wir derbas dibe. Bi milyonan Kurd daxwaza aştî û diyalogê dikin. Hûn ê li derî bixin, ew derî deriyê Îmraliyê ye. Ji bo ku em ji berdêla şer dûr bisekinin. Em bi Hevserokê xwe Tuncer Bakirhan re li çar aliyê Kurdistanê û li seranserê Tirkiyeyê geriyan. Me dît ku ger ev şer biqede dê gel kêfxweş bibe.

Pêwîstiya gelên Tirkiyeyê ne şer û pevçûn e, bi demokrasî, aştî û pêşketinê heye. Em ji vir li Silopiyayê bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin: Werin hemû berpirsyariya aştiyê bi cih bînin. Werin em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin. Werin em komara demokratîk ava bikin. Dengê aştiyê wê di sedsala duyemîn de bilind bibe.

Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em ê serkeftina xwe ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de pîroz bikin? Serkeftina me ji niha de pîroz be."