Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo xwedîderketina li dengan bang kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo xwedîderketina li dengan a hilbijartinên 31'ê Adarê bang kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û ewlehiya sindoqan li Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Amedê daxuyanî da. Berdevkê Demê yê Platformê Bawer Babur daxuyanî xwend û got ku yek ji lingê herî girîng ê hilbijartinên adilane û azad, ewlehiya hilbijartinê ye.

Babur, anî ziman ku mîna her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî fikarên wan hene û wiha domand: “Li ser çapemeniyê hatibû parvekirin ku li gelek bajaran pusulayên dengan ji sergoyan derdikevin, ceyran tên birîn, dengên bêmohr tên qebûlkirin û hêj gelek bûyerên civakî rû didin. Ji ber van bûyeran jî fikarên me û civakê hene. Li gorî me sedemên vê yên mafdar hene. Dema di rejîmên demokratîk de baweriya bi hilbijartinê nema, baweriya bi rewabûna encamên hilbijartinê jî namîne. Ev yek jî li ser aştî û aramiya civakî xetereyeke mezin e. Hemû derfetên dewletê ji bo partiyekê hatine pêşkeşkirin û li hêla din jî muxalîf di xebatên xwe de tên astengkirin û rastî zextan tên. Van êriş, zext û astengkirinan, fikarên me jî zêdetir kirine.”

Bi domdarî Babur anî ziman ku ew dixwazin ewlehiya sindoqan baş bê kirin û wiha pê de çû: “Tekane lijneya ji çavdêrî, venêrîn û birêvebirina hilbijartinê berpirsyar, Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ye. Divê YSK rayeyên xwe bi awayekî serbixwe û bêalî bi cih bîne. Peywirdarên sindoqan divê li gorî standartên demokratîk ên navneteweyî tevbigerin.”

Babur, got ku ew ê li dijî bêusuliyên di roja hilbijartinê de li qadê bin û ev bang li hilbijêran kir: “Herin dengê xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.”