BI DÎMEN

'Li Dersimê serketin wê ya DEM Partiyê be'

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariyê Bîrsen Orhan li ser ewlekarî û karên hilbijartinê yên li Dersimê axivî û got, "Di 31'ê Adarê de li Dersimê serketin wê ya DEM'ê be. DEM bêyî Dersimê, Dersim bêyî DEM'ê nabe."

LI DERSIMÊ HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Dersimê ku xebatên hilbijartinê lê berfireh e, DEM Partî xwe amade dike ku bi rêjeyeke bilind a dengan şaredariyê bi dest bixe. Her devera Dersimê bi rengên DEM Partiyê xemilî ye.

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Dersimê Bîrsen Orhan anî ziman ku wê ruhê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê yê Newrozê bandorê li hilbijartinê bike û got, "Bi rojan e em li qadan e, em karên xwe bi coşeke mezin dewam dikin. Şev û roj em li qadê ne. Baweriya xelkê Dersimê ya bi tifaqa Dersimê tam e. Bi taybetî jin û ciwan li her derê bi coş û kelecaneke mezin in. Em bang li Dersimiyan hemûyan dikin ku ji bo têkbirina lîstik û xefikan tevlî hilbijartinê bibin. Bi taybetî Dersimiyên li metropolan e lê dengê wan li vê derê ne, divê teqez bên û dengê xwe bi kar bînin. Ji bo vê jî partiya me bi her awayî derfetê dide. Dema ku li cihê lê ye serî li rêveberiyên partiya me yên li bajar û navçeyan hate dayin, em ê we bînin bajarê we û piştî ku dengê xwe bi kar anîn careke din bibin bajar û navçeyên hûn jê hatine."

DEM BÊYÎ DERSIMÊ, DERSIM BÊYÎ DEM'Ê NABE

Bîrsen Orhan ragihand ku tevî bikaranîna dengan her wiha ewlekariya hilbijartinê jî gelekî girîng e û got, "Me tevî hemû pêkhate û tifaqa xwe ewlekariya hilbijartinê misoger kir. Bi wezîfedarên xwe yên li desteya sindoqê, bi muşahîdên xwe, bi çavdêrên xwe, bi komîsyonên xwe yên hiqûqê em ê li hemû dibistanan bin. Bi qasî dengdanê parastina dengan jî girîng e. Bi taybetî li cihekî ku faşîzma AKP-MHP'ê lê be xwedîderketina li dengê xwe û misogerkirina ewlekariyê di berpirsyariya partiya me de ye. Di vê mijarê de bila gumana kesî nebe. Me îro perwerdeyên xwe yên têkildarî wezîfedarên sindoqên dengdanê temam kirin. Di vê mijarê de em zane û bi biryar in. Em ê nehêlin ku dengekî me jî winda bibe. Weke namzet em ê ji her alî ve şopdarên pêvajoyê bin û bawer dikin ku di 31'ê Adarê de li Dersimê wê serketina  DEM'ê be. DEM bêyî Dersimê, Dersim bêyî DEM'ê nabe."

LI DIJÎ TIFAQA SÎSTEMÊ DIVÊ EM BI SER BIKEVIN

Bîrsen Orhan diyar kir ku li Dersimê di hilbijartinên beriya n iha de hin tifaq hatin avakirin, lê belê vê carê bi tifaqeke gelekî berfireh tevlî hilbijartinê dibin û got, "Hinekî dereng bû, hinekî bi êş bû lê belê derengketin divê nebe asteng li pêşiya girîngiya vê tifaqê. Lewma ji bo me gelekî girîng e. Weke ku tê zanîn, Dersimê pêvajoyeke qeyûm derbas kir, piştre jî di destê partiyeke me ya dost de bû. Em zanin ku piştî avakirina tifaqeke ewçend bedew, piştî ku gel baweriya xwe bi vê tifaqê anî, sedemek nîne ku em bi ser nekevin. Sedemên me yên ji bo serketinê zêde dibin. Li hemberî me tifaqa sîstemê heye. Li hemberî vê jî divê em xwe baş bi rêxistin bikin. Dersim ji her alî ve bûye hedefa şerê taybet. Bi salan e polîtîkayên asîmîlasyonê li ser Dersimê tê meşandin. Polîtîkayên şer têne meşandin. Bi taybetî vê demê zêde bûye."

MEJIYÊ WAN MEJIYÊ KUJERAN E

Bîrsen Orhan herî dawî got, "Hûn jî zanin, namzetê kevneşopiya siyasî ya kujeriya salên 1990'î çend roj berê li Qada Seyîd Riza rabû got 'Ez Elewiyan temsîl dikim'. Elewî serê mirovan jê nakin, xelkê Elewî mirovan nakuje. Em bi zîhniyeta wan zanin. Mejiyê wan mejiyê yên ketî ne. Mejiyê wan mejiyê kujeran e. Eger wan xwe kirine namzet, hingî ev hilbijartin ji bo me hîn girîng dibe. Li dijî van cemaetan, li dijî feraseta Tûncelî ku dixwazin biafirînin divê em bi ser bikevin. Lewma li Dersimê serketin gelekî hêja ye. Ji ber vê em dibêjin dengekî bi tenê jî dikare lîstikê xera bike. Em ê li Dersimê bi ser bikevin, xelkê Dersimê wê bi ser bikeve."