Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bang li gelê Kurdistanê kir ku darbeya li gelê Wanê bi çalakiya dengderxistinê protesto bike.

Rêxistina Partiya wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, li ser medyaya dijîtal her kesî vexwand ku darbeya li Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi çalakiya dengderxistinê protesto bike.

Parvekirina Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi vî rengî ye: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî xespakirina vîna bajarên Kurdistanê ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê, her êvar saet di 21.00'ê de çalakiya 'dengderxistinê' li dar bixe."