Hilbijêrên bi tevger ên DEM Partiyê seferber bûn

Qada mitîngê ya Yenîkapiyê ku hilbijêrên bi tevger ên ji bo li bajarên xwe dengê xwe bidin serî li DEM Partiyê dan ji Stenbolê ketin rê, veguherî termînala otobusan.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ji bo hilbijêrên qeydên wan li bajarên wan veguhêze ser sindoqan xebatek dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de bi hezaran hilbijêrên li bajarên Herêma Marmarayê ji bo dengên xwe bikarbînin serî li partiyê dan.

Di çarçoveya van serlêdanan de şandina hilbijêrên bi tevger ên hatibûn qeydkirin ya ber bi bajarên wan ve hate destpêkirin.

Hilbijêrên bi tevger ên li Stenbolê di saetên serê sibê de li qada mitîngê ya li perava Yenîkapiyê ya ku otosbus dê jê rabin kom bûn. Ji ber qelebalixa rêwiyan û otobusan qada mitîngê weke termînala otobusan a nava bajaran lê hat.

Hilbijêrên di çarçoveya eyarkirina hate kirin de ji aliyê partiyiyan ve li otobusan hatin siwarkirin, ber bi bajarên Amed, Riha, Wan, Agirî, Şirnex, Çewlig û Sêrtê ketin rê.

Endama Komîsyona Hilbijêrên Bi Tevger a DEM Partiyê Gonul Karman, diyar kir ku têkildarî hilbijêrên bi tevger de du meh in xebatan bi rê ve dibin û anî ziman ku ji Stenbolê nêzî 4 hezar hilbijêran em ê veguhêzin bajarên wan.

Karman, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji Stenbolê dê nêzî 100 wesayîtan bi rê bikevin. Ne tenê ji vir dê ji Esenyûrt, Sancaktepe û hin navçeyên din ên dûr jî otobus rabin. Em ji bo hilbijêrên me vîna xwe biparêzin dişînin Kurdistanê.”

Karman, diyar kir ku pêşengiyê didin navendên ku Tifaqa AKP û MHP’ê hilbijêrên xeyalî veguhestinê û da zanîn ku hilbijêrên qeydên wan li bajarên wan e, îro heta êvarî dikarin serî li rêxistinên partiya wan ên navend û navçeyan û buroyên hilbijartinê bidin. Karman, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hilbijêrekî me tenê jî hebe em ê bişînin. Dengek dê ji bo me li noxteyên krîtîk gelek tiştan biguherîne. Bi taybetî bila hevalên me biçin ser sindoqan dengên xwe bikarbînin.”

Hilbijêrê bi navê Şehmûz Çakar ku ji bo dengê xwe bikar bîne serî li partiyê da û dê biçe Sêrtê bi gotina “Ez ji bo vîna xwe biparêzim diçim. Em ji bo hemû gelê xwe ji vê zilma AKP’ê biparêzin diçin. Ez dixwazin herkes xwedî li vîna xwe derkeve” banga li herkesê kir ku dengên xwe bikarbînin.

Yek ji hilbijêran Oya Sevîm jî wiha got: “Dengek, dengek e. Bila herkes biçe dengên xwe bikarbîne, xwedî li vîna xwe û sindoqê derkeve.” Azad Çîçek jî wiha got: “Ez ji vir bang li hevalên xwe yên kurd û tirk dikim. Bila kes eslê xwe bi tu awayî nefiroşe. DEM Partî partiya me ye. Dê her tim wiha bimîne.”