'Gel dixwaze îradeya wan bê temsîlkirin'

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay destnîşan kir ku gel dixwaze mirovên ku îradeya wan temsîl dikin dest bi wezîfeyê bike.

HILBIJARTINA XWECIHÎ YA LI QOSERÊ

Qoser navçeya herî mezin a Mêrdînê ye. Li gorî jimartina 2023'an li navçeyê 271 hezar û 307 kes hene, lewma ji sedî 32 ê nifûsa Mêrdînê ye. Ji ber ku xwedî hêzeke xurt a kar e, dema dawî sektora tekstîlê giranî daniye ser Qoserê. Her wiha yek ji wan deveran e ku ked lê zêde tê talankirin.

Di du serdemên dawî de li şûna hevşaredarên hilbijartî qeyûm têne bicihkirin. Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Qoserê Hamdiye Bîlek Tûrgay ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku xelkê berxwedêr ê Qoserê wê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li gorî nasname û dîroka xwe ya berxwedêr bersivê bide wan hêzan ku dixwaze îradeya wan bişikîne.

Hamdiye Bîlek Tûrgay qala armancên xwe kir û got, "Beriya her tiştî em dixwazin gel bi rengekî çalak tevlî hemû mekanîzmayên biryardayinê bikin. Em ê biryarên xwe hemûyan li kolanan, li qadan di nava gel de werbigirin. Gel dixwaze nûnerê wan di nava wan de bin. Dixwaze pêşniyar û daxwazên wan bêne dîtin û bi xwe bibin parçeyek ji rêveberiyê. Di vê mijarê de jî mafdar in.

Em ê giraniyê bidin ser kooperatîfan û qadên kar biafirînin. Em dixwazin li Qoserê kooperatîfên serakariyê ava bikin. Li vê derê sektora tekstîlê pêşketî ye, em difikirin ku kooperatîfên tekstîlê ava bikin. Dixwazin qadên aktîvîteyên civakî ji bo ciwanan ava bikin. Li hemberî bikaranîna madeyên hişbirinê em dixwazin bi taybetî navendên rehabîlîtasyonê ava bikin.

Xizaniyeke cidî heye, gel hewcedarî nan hatiye hiştin. Em dixwazin li vê derê firinên gel ava bikin. Bi genimê ku em diçînin em ê nanê xwe lê bixin. Û vî nanî jî bi buhayekî erzan bigihînin. Li Qoserê 16 tax hene, em dixwazin li her taxê nuqteyên navendî ava bikin û bikin ku xwe bigihînin tevahiya gel.

Testîl girîng e, em difikirin ku kooperatîfa tekstîlê ava bikin. Li vê derê dixwazin bi taybetî jin û ciwanan tevlî kar bikin. Li Qoserê li atolyeyan kesek bi mûçeyên kêmtirîn naxebitin, mûçeyê kêmtirîn li aliyekî gelek bi nîvê mûçeyên kêmtirîn jî nayên xebitandin. Ji xwe ti ewlehiya civakî jî nîne. Ked tê talankirin. Îro mûçeyê kêmtirîn 17 hezar lîre ye, mûçeyê ku karkerek werdigire herî zêde 10 hezar lîre ye, em zanin ku hin mirovên me bi 7-8 hezar lîreyî dixebitin. Heqê rê ew dide, li hin deveran nîvro nikare xwarinê jî bixwe. Gelo ma mirov dikare di nava van şert û mercan de debara xwe bikin? Bi rêya kooperatîfên ku em ê ava bikin, em dixwazin heqê kedê bidin. Bi esasî gelek projeyên me hene."