'Em ê bi xizmetê malavayiya xelkê Îdirê bikin'

Hevşaredara Îdirê Necla Kûm destnîşan kir ku gel her cûre berdêl da ber çavên xwe, bi vî rengî xwedî li îradeya xwe derket û got, ew ê bi xizmetê malavayiya gel bikin.

ÎDIR

Tevî ku AKP û MHP'ê li Îdirê namzetekî hevpar nîşan dan jî DEM Partî bi ser ket. Hevşaredara ji DEM Partiyê Necla Kûm destnîşan kir ku serketin bi moral û motîvasyona bilind a gel pêk hat.

Hevşaredara Îdirê Necla Kûm encamên hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku bi moral û motîvasyoneke bilind a gel ew bi ser ketin. Necla Kûm got, "Piştî hilbijartinê jî bi bawerî, wêrekî û îradeyeke mezin xwedî li destketiyên xwe derket û helwesta xwe nîşanî dost û dijminan da."

POLÎTÎKAYÊN QEYÛM TÊK ÇÛN

Necla Kûm bi bîr xist ku AKP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 2014 û 2019'an de hemû şaredariyên gelê Kurd bi rengekî nehiqûqî desteser kir, qeyûm tayîn kir û got, "Bi polîtîkayên qeyûm nekarîn encama ku dixwazin bi dest bixin. Berevajî vê yekê polîtîkaya qeyûm bû sedem ku AKP têk biçe. Kiryarên antî demokratîk ên dewletê yên ku bi tundî û desteserkirina maf dike, li bajarên Kurdan têk çûn. Ya herî girîng jî bû sedem ku di nava gelê Kurd de îrade û hişmendiyeke neteweyî ya bilind biafire."

Necla Kûm destnîşan kir ku wê bi projeyên xwe bi gel re bin, sozên ku di dema hilbijartinê de dane bi cih bînin û got, wê bi xizmetê malavayiya gel bikin.