‘Dengek jî dikare gelek tişt biguherîne’

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê bi demeke kurt beriya hilbijartinên 31'ê Adarê bang li hilbijêran kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)(DEM) bang li hilbijêrên xwe kir ku dengê xwe bidin. Yek ji namzetên hevşaredariya DEM Partiyê ya Dîlovasiyê Mûstafa Avci, diyar kir ku hilbijartinên 31’ê Adarê gelek girîng in. 

'DENGEK DIKARE GELEK TIŞT BIGUHERÎNE’

Avci anî ziman ku divê kesek nebêje bi dengek tiştek nabe û wiha domand, “Dengek jî dikare gelek tişt biguherîne. Di 31'ê Adarê de em biçin dengê xwe li dijî rejîma zordar bidin.  Şert û merc çi dibin bila bibin, her dengê ku we daye wê teqez were parastin.  Li her dera Tirkiyeyê ewlehiya sindoqan ji aliyê partiya me ve hatiye girtin. Divê ti kes di vê mijarê de guman neke."

"EM Ê TIŞTA AÎDÊ XWE BISTÎNIN"

Ji namzetên hevşaredariyê ya Geverê ya DEM Partiyê Şoreş Dîrî wiha got: "Gelê hêja yê Geverê em ê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan ku tişta aîdê xwe bistînin û em ê heta dawiyê sindoqên xwe biparêzin.  Dem dema me ye , dem dema serketiyê.”