DEM Partiyê serî li YSK’ê da: Bila biryara Wanê were betalkirin
DEM Partiyê li ser betalkirina namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û xwest, biryar were betalkirin.
DEM Partiyê li ser betalkirina namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û xwest, biryar were betalkirin.
Namzetê Hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Abdullah Zeydan bi rêjeyeke bilind a dengan ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate hilbijartin.
Lê belê li ser îtîraza AKP’ê û bi piraniya dengên endamên Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê, Hevşaredariya Abdullah Zeydan hate betalkirin.
DEM Partiyê li dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKP’ê, serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.
Di serlêdanê de hat xwestin, biryara Desteya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê were betalkirin.