DEM Partî li Çermûgê îtîrazê encamên hilbijartinê kir

DEM Partiyê li navçeya Çermûg a Amedê îtîrazê dengên ku nederbasdar hatine hesabkirin, kir.

Di daxwaznameya ku ji aliyê parêzerên partiyê ve hatî pêşkêşkirin de, hate destnîşankirin ku dengên ji sindoqên bi hejmara 1010, 1013, 1023, 1027,1043, 1048, 1050, 1051, 1058, 1059, 1060, 1063, 1067, 1072, 1073, 1081, 1083, 1095, 1102, 1131 derketine, bêyî hincet nederbasdar hatin hesabkirin.

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku endamên desteya sindoqê pisûlaya hilbijartinê bi zanebûn îşaret kirine, qetandine û dengdayîna bi komî pêk hatiye.

Her wiha hat gotin ku sedemê hin dengên ku nederbasdar hatine hesabkirin, nehatiye diyarkirin û bi rengekî derhiqûqî dengên derbasdar jî nederbasdar hatine hesabkirin.

Hat diyarkirin ku bi taybetî li sindoqa bi hejmara 1027 deng bi rengekî komî hatine bikaranîn û li şûna hilbijêrên qeydkirî dengên komî hatine bikaranîn.

DEM Partiyê xwest ku dengên nederbasdar car din bên nirxandin.

Di îtîrazê de ev tişt jî hat gotin: “Em giliya xwe pêşkêş dikin ku têkildarî dengên li seranserî navçeyê nederbasdar hatine hesabkirin û ji sedemê nederbasdarbûna dengan li girtekê nehatiye nivîsandin. Em daxwaz dikin ku dengên nederbasdar hatine hesabkirin, car din bên nirxandin, deng car din bên hejmartin û bila hiqûq neyê binpêkirin.”