AVEG-KON: Vîna gelê Wanê nayê xespkirin!

AVEG-KON’ê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da û li hemberî êrîşên AKP-MHP’ê banga têkoşîna yekbûyî kir.

Konfederasyona Koçberên Bindest ên li Ewropayê (AVEG-KON) bertek nîşanî xespkirina vîna gelê Wanê da. AVEG-KON’ê anî ziman ku hîna çend roj bi ser hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê re derbas bûn, vîna gelê Wanê ya li dijî siyaseta qeyûman tê paşguhkirin û xespkirin. AVEG-KON’ê da zanîn ku şefê faşîst xwe li serketina DEM Partiyê negirt û li Wanê êrîşî vîna gel kir û got: “Rejîma Qesra faşîz di roja hilbijartinê bi hezaran polîs leşker veguhstin li ser sindoqan û xwest bandorê li encama hilbijartinan bike. Ev hewldan rastî îradeya gel hat û vale hat derxistin. Bi polîtîkayên şer ên faşîst hewl didin hiqûqa mêtîngeh bixe meriyetê. Ji Wanê heta Bedlîsê, ji Qersê heta Şirnexê gelê me li dijî darbeya qesra faşîst a li kolanan li ber xwe dide û bersivê dide."

AVEG-KON’ê destnîşankirin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi armanca ji holê rakirina hişmendiya rêxistinbûyî û berxwedanê ya gelê Kurd e. Di dawiyê de AVEG-KON’ê wiha got: “Karker, jin û ciwanên ji Tirkiye û Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn, dostên me yên enternasyonalîst, divê li dijî êrîşa li ser îradeya gelê Wanê, bertekên xwe nîşan bidin.”