Amediyan ji bo Wanê rê li trafîqê girt

Welatiyên li Amedê hatin bahev, ji bo xespa vîna hilbijêran a li Wanê protesto bikin, li Ofîsê rê li trafîqê girtin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê ji bo nedayîna mazbataya Abdullah Zeydan ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hate hilbijartin şermezar bike bi wesayîtan konvoy çêkirin. Bi konvoya bi sedan wesayîtan li navenda bajêr tûr hate avêtin. Di çalakiya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn tevlî bûn de biryar bi lêxistina kornayan hate şermezarkirin.

Girseyê timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” berz kirin. Welatiyên li derdorê bi nîşaneya serketinê piştgiriya partîliyên di konvoyê de kirin. Welatiyan li semta Ofîsê pêşiya konvoyê birîn û bi hev re biryara Wanê şermezar kirin. Bi sedan kesan bi dirûşma “Amed ranaze xwedî li vîna xwe derkeve” Cadeya Ekîncîler a li Ofîsê ji trafîqa wesayîtan re girtin.