'Şaredariya Akdenîzê wê bibe ya hemû navçeyê'

Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz got, tevî nelirêtî û diziya AKP'ê jî Şaredariya Akdenîzê wê xizmetê ji navçeyê re bike û bibe şaredariya her kesî.

ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ

Navçeya Akdenîz a Mersînê di hilbijartinê 2019'an de derbasî AKP'ê bûbû. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de jî bi rêjeya ji sedî 36.92 ê dengan DEM Partî bi ser ket. Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan piştî ku mazbataya xwe wergirtin yekser deriyê odeya meqamê jê kirin û ber bi şaredariya zelal ve gava destpêkê avêtin. Hoşyar Sariyildiz têkildarî tevlîbûna gel a li pêvajoya hilbijartinê û rewşa heyî ya şaredariyê ji ANF'ê re axivî.

Sariyildiz ragihand ku AKP'ê di 5 salên derbasbûyî de xizmet danî aliyekî, lê gel li hemberî hev rakir, bi zimanê cihêkariyê civak bêzar kir û got, "Me got, em ê vî zimanê ku civakê ji hev dûr dixîne û cihêkariyê dikin ji holê rakin û bi feraseta xizmeta wekhev tevbigerin. Her wiha li şûna talankirina şaredariyê ya ku ji sala 2019'an û vir ve tê kirin, me got, em ê xizmetê bikin. Gel jî ev yek pejirand. Piştgiriyeke gelekî cidî da me. Li hemberî 700 milyon deynê ku rêveberiya beriya niha kir, gel bi piştgiriyeke cidî û dengekî bilind kir ku em bi ser bikevin. Xwedîderketineke cidî ya gel heye. Eger ev nebûya li hemberî veguhestina bi hezaran kesî û hilbijêrên xeyalî yên rêveberiyê me bi 10 hezar dengên zêde nikarîbû qezenç bikira."

Sariyildiz bal kişand ser eleqeya jin û ciwanan û destnîşan kir ku di karên hilbijartinê de bi înîsiyatîfa xwe tevlî bûn, belavok belav kirin, bi namzetan re geriyan û mînakeke bedew a piştevaniyê nîşan dan.

NAVÇEYA XWIŞK Û BIRATIYA GELAN

Sariyildiz anî ziman ku Akdenîz navçeya herî girîng a Mersînê ye, ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve dilê wê ye, lê ya herî girîng jî bi jiyana bi hev re ya Kurd, Tirk, Ereb, Romen, Rûm, Elewî, Sûnî û Xiristiyanan bajarekî ji xwişk û biratiya gelan e û got, "Ev bajarê ku her beşên civakê lê dijî û di nava wan de pirsgirêk nîne, li benda xizmetê ye."

WÊ BIBE ŞAREDARIYA HER KESÎ

Sariyildiz destnîşan kir ku tevî karên nelirê, diziya heta niha li şaredariyê hatin kirin wê dest bidin hev, vê şaredariyê bi pêş ve bibin, xizmetê ji şêniyên Akdenîzê re bikin û got, "Li kêleka me gelên Akdenîzê hene ku piştgiriyê didin me. Em ê vê pêvajoyê bi gelên xwe re bimeşînin. Di dawiya 5 salan de em ê xizmeta xwe bikin û nîşanî her kesî bidin ku şaredarî ya her kesî ye. Di vê çarçoveyê de weke karê destpêkê, mîna ku me soz dan me deriyê odeya hevşaredaran rakir. Gel ev yek bi kêfxweşî pêşwazî kir. Gotin, helwesteke baş a temsîlî bû. Dema ku mirov bala xwe didin ser hejmara mirovên têne serdanê, vê yekê bi şênberî dibînin. Gelê me timî tê serdana me û dema ku dibînin derî nîne gelekî kêfxweş dibin. Em ê vê yekê di pêvajoya bê de timî bikin."