Yûsûf Îba jî rakirin nexweşxaneyê

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yûsûf Îba yê ku 138 roj in di greva birçîbûnê de ye, piştî ku çalakiya xwe bi dawî kir, ew rakirin nexweşxaneyê.

Ji bo rakirina tecrîdê li bajarê Toronto yê Kanadayê Yûsûf Îba 138 roj in di greva birçîbûnê de bû.

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê hatin bidawîkirin.  Îba yê ku ji bo rakirina tecrîdê 138 roj in di greva birçîbûnê de ye, çalakiya xwe bi dawî kir û ew rakirin nexweşxaneyê.

Îba piştî peyama parêzerên Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir. Îba bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û ew ê tedawî bibe.