YNK'ê daxuyaniya bi navê Meclîsa Asayîşê hate dayin red kir

Endamên YNK'ê yên li nava Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de ne, daxuyaniya bi navê Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê hate dayin red kirin û diyar kir ku têkildarî operasyonên navborî agahiya wan nîne.

Di daxuyaniya doh de ya bi navê Meclîsa Asayîşa Herêma Kurdistanê hate dayin ev îdîa hatibû kirin, "Hin hewldanên komên terorîst hatine astengkirin, di nava wan komên hatine astengkirin de PKK'î jî hene."

YNK'ê bi daxuyaniyeke nivîkî diyar kir ku ev îdîa derew e.

Daxuyaniya YNK'ê wiha ye:

"Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 encamên sereke ku Şêwirmendê Encûmena Asayîş, Serokê Dezgeha Asayîşa Herêmê, Serokê Dezgeha Zanyarî, Serokê Dezgeha Parastinê û Serokê Îxtixbareta pêşmerge pêk tê, ji van 5 encaman 3 endam ên YNK'ê ne û tenê 2 endam ên PDK'ê ne.

Lê piştî ku me ji her sê endamên xwe yên di nava Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê pirsîn, derkete holê ku berpirsên YNK'ê bi ti awayî agahî ji operasyonek bi vî awayî nîne ku roja 26'ê Cotmeha 2020'an de bi rêya daxuyaniyek bi navê Encûmena Asayîşa Herêmê ve hate parvekirin. Lewma endamên Encûmena Asayîşa Herêma yên YNK'ê vê daxuyaniyê re dike û daxuyaniyên din ên wiha yên Encûmena Asayîşa Herêmê red dikin. Rê nadin bêyî agahiya endamên encûmenê yên sereke û ji wan nehatî pirsîn, bi navê encûmenê daxuyanî werin dayîn."