Yewnanistan wê hefteyeke din jî gelekî germ be
Yewnanistan ku ji doh ve hewa lê gelekî germ e, tê payin ku hefteya bê jî pir germ be.
Yewnanistan ku ji doh ve hewa lê gelekî germ e, tê payin ku hefteya bê jî pir germ be.
Germahiya zêde ku doh li Yewnanistanê dest pê kir, tê payin ku hefteya bê jî dewam bike. Germahiya niha digihêje heta 40 pileyî. Tê payin ku rojên bê bigihêje 43 pileyî.
Rayedar têkildarî mijarê hişyariyê didin û dixwazin ku timî av bê vexwarin.
Tê payin ku hewa ji roja Înê û pê ve hênik bibe.