Yewnanistan wê bi kampên nû yên penaberan dersînorkirinê zêde bike

Li Yewnanistanê ku krîza penaberan giran bûye, hikumet ji bo li gelek giravan kampên nû ava bike kete nava liv û tevgerê.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Yewnanistanê Kîrîakos Mîçotakîs, wê gelek navendên pêşwazîkirin penaberan ên li giravan bên girtin û li şûna wan navendên nû bên vekirin.

Hejmara penaberên ku di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanistanê bûn sala derbasbûyî zêde bû. Di sala 2018'an de nêzî 50 hezar penaber, di sala 2019'an de 74 hezar penaberan xwe gihandin Yewnanistanê.

Hate ragihandin ku armanca bingehîn a avakirina navendên nû yê pêşwazîkirina penaberan, bilezkirina karê serlêdana penaberiyê ye. Ji ber zêdebûna serlêdanan tê gotin ku navendên heyî yên penaberan nikarin bibin bersiv û li wan kampan şert û mercên jiyanê gelekî giran bûne.

Hikumet wê di destpêka meha Adarê de dest bi çêkirina navendên nû bike, di nava 3 mehan de biqedîne û dixwaze her hefteyê herî kêm 200 penaberan li Tirkiyeyê vegerîne.