YE wê baca berhemên Emerîkayê zêde bike

Tê diyarkirin ku wê Yekîtiya Ewropayê li dijî baca gumrikê ya zêde, baca xwe zêde bike û Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê jî ev tişt qebûl kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Parîsîen a Fransayê YE li dijî baca gumrikê ya rêveberiya Washîngtonê ketiye nav hewldanan. Li gorî nûçeyê wê baca berhemên Emerîkayê were zêdekirin.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Fransaye Franck Rîester diyar kir ku nirxê ku wê baca wan were zêdekirin bi qasî 4 milyar dolar be. Rîester diyar kir ku ji balefirên Boeîng 737 heta ketçap û petatan jî wê bac were zêdekirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê jî zêdekirina bacê qebûl kiriye.

Emerîkayê jî baca hinek berheman zêde kiribû û dihat diyarkirin ku baca van berheman bi qasî 7,5 milyar dolar bû.