Xwîn ji hinavê Îba yê 99 roj in di grevê de ye tê

Yûsûf Îba yê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 99 roj in di grevê de ye xwîn ji hinavê wî tên û nikare avê jî vexwe.

Ji ber helîna bedena Yûsûf Îba yê ji bo kişandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 99 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe.

Her roja diçe rewşa tenduristiya Yûsûf Îba yê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 99 roj in li bajarê Toronto yê Kanadayê di grevê de ye, giran dibe.

Yûsûf Îba yê nexweşiyên wî yên kronîk jî hene, rewşa wî giran bû û xwîn ji devê wî hat.

Îba yên ji ber helîna bedena wî nikare ti tevgerekî fîzîkî bike, nikare bi rê ve jî biçe.

Îba yê nikare tiştekî jî vexwe, tişta vedixwe jî diavêje.