Xiyaneta PDK’ê li Mulhouse û Stuttgartê hate protestokirin

PDK û malbata Barzanî ku rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk vekir, li Mulhousê û Stuttgartê hatin protestokirin.

Xiyaneta PDK’ê ku rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk û komkujiyan vekir, li bajarê Mulhouse ê Fransayê û li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate protestokirin.

Di mitîngan de ku bi dehan Kurdistanî tevlî bûn, wêneyên Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun ku li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hat qetilkirin, hatin hilgirtin.  

Di çalakiyan de ku danezanên têkîldarî xiyanet û dagirkeriyê hatin xwendin, dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.