Xebatkarên çapemeniya Kurd wê bibe dengê çalakgerên grevên birçîbûnê!

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 33’an de ye. Xebatkarên çapemeniya Kurd piştgirî dan çalakiyê û diyar kirin ku wê bibin dengê daxwazên mafdar.

Gelek kedkarên çapemeniya Kurd serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Strasboûrgê kirin û bal kişandin li ser girîngiya çalakiya Leyla Guven 72, li Hewlêrê ya Nasir Yagiz di roja 59’an de ye.

‘JI BO BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRAN EM Ê KAR BIKIN’

Ji xebatkarên çapemeniyê Memed Drewş got ew ê kar bikin ji bo ku bibin dengê çalakgerên grevên birçîbûnê û diyar kir ku gel piştevaniya çalakiyê dike.

Drewş wiha domand; “Em bi hêvîne ku berxwedana we ya li vir û ya li girtîgeh û bajarên din wê tecrîdê bişkêne, Serok û Kurdistanê azad bike.”

‘BI TEQEZ WÊ BERXWEDAN ENCAM BIGRE’

Xebatkara çapemeniyê Sûna Tûnç jî wiha got; “Grevên birçîbûnê di pêvajoyekî girîng de pêş ket û li Rojhilatê Kurdistanê jî deng veda. Bi teqez wê ev berxwedan encam bigre.”

Apê Sînan ê ku bi salane di nava saziyên çapemeniya Kurd de ked dayî got; “Birêzdarî bejna xwe li beramberî kesên ku li dijî tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê de.”

‘ÇIQAS BIBIN HOV JÎ WÊ LI BERAMBERÎ BERXWEDANÊ BÊ ÇARE BIN’

Xeyrî Çelik jî wiha got; “Siyaseta wan çiqas hov û dijminane be jî wê li beramberî vê çalakiyê de bê çare bin. Ev hêza têkoşînê ji berxwedana Mezlûm Dogan’an û Xeyrî Dûrmûşan girtine.”

Xebatkarê çapemeniyê Hasan Aslan jî wiha got; “Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û saziyên din ên Ewropa heta roja îro ‘bêdeng man’. Îro tê zanin ku bêdeng namînin; bi vekirî dibin hevkarê sûcên Erdogan. Bajarên me hilweşandin, Efrîn dagir kirin. Îro Ewropa bi vekirî dibe hevkarê sûcên Erdogan.”

Kedkarê çapemeniyê Barzan Şehsûvar jî got çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyekî fedayî ye.

ÎKE: BAWERIYA ME HEYÊ EM Ê SERBIKEVIN

Rojnameger û çalakgera greva birçîbûnê Gulistan Îke spasiya hempîşeyên xwe kir û wiha got; “Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven dayî destpê kirin, belavî hemû cîhanê bûye. Divê êdî berxwedana grevên birçîbûnê weke berxwedanekî topyekûn were dîtin. Ev berxwedan vê rewşa heyî ters veguherîne. Baweriya me heye ku em ê serbikevin.”