Xebata Mîhrîcanê li Marsîlyayê berdewam e

CDK’ya Marsîlyayê, di çarçoveya Mîhrîcana Çandê ya Kurd de li xebata xwe dewam dike.

CDK’ya Marsîlyayê di çarçoveya Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Şehîd Sînan Dersim a 2’emîn de li xebata xwe dewam dike.

Wesayîta danasînê ku wê li hemû kûçeyên Marsîlyayê bigere, wê roja Şemiyê êvarê xebata xwe li Marîgnaneyê temam bike.

Wesayîta danasînê, îro li ber Navenda Çandê ya Kurd dest bi xebatê kir, anonsên bi Kurdî, Tirkî û Fransî ji bo vexwendina mîhrîcanê hatin kirin.