Wezîra Karê Derve ya Swêd û rayedarên Kurd axivîn

Hikûmeta Swêd û rayedarên Kurdan bi rêya telekonferansê axivîn. Civîn ji bo ku piştî girtina dosyaya Palme pêk hat şandeya Kurd diyar kir PKK û gelê Kurd bi neheqî hatiye sûcdarkirin.

Di navbeyna hikûmeta Swêde û rayedarên Kurd de duh danûstandineke berfirehpek hat, Wezîra Karê Derve Ann Linde got Kurd di têkiliyên civakî û dîplomatîk de pir serkeftî ne.

Lînde ev daxuyanî li daxuyaniya çapemeniyê ya têkilî girtina dosyaya Olof Palme da, ku ev 34 sal in ev kuştin dihate nîqaşkirin. Her wiha beriya van gotinên Lînde jî Şefê Polîsan Hans Melander gotibû, PKK rêxistineke wiha ye ku ji bo gelê Kurd têdikoşe.

Biryara civînê beriya niha hatibû standin. Komele û saziyên Kurdan ku li Swêdê xebatan dikin, civîna bi Lînde û hin rayedarên Partiya Karker a Demokratên Sosyal re organîze kiribûn.

Lê civîn ji bo ku piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li ser Kuştina Palme bi rojekê hate kirin aliyê Kurdan geşedanên li ser kuştina Palme û piştî kuştinê, sûcdariyên neheq ên li ser PKK'ê û Kurdan anîn rojevê û ji dewleta Swêd xwestin ku ev neheqî werin rakirin.

Dema civînê ji aliyê Kurdan Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûş û gelek siyasetmedarên Kurd hazir bûn û her wiha li aliyê Swêd jî Lînde û hin parlamenter û siyasetmedarên Swêd hazir bûn.

Di hevdîtinê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser HDP'ê, operasyonên qirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistnaê, sûcê mirovahiyê û şer ên dewleta Tirk ên li Rojava hatin axaftin. Civîn bi axaftina Ann Lînde ya li ser Palme dest pê kir. Lînde diyar kir raman û çalakiyên Palme bandor li ser kiriye û hewl dide ku xeta Palme li Swêdê bi cih bîne.

Lînde got Swêd di nav koalîsyona navnetewî de, ya dijî DAÎŞ'ê cih giriye, piştevaniya Tevgera Azadiya Kurd dike, di nav wan welatan de ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava sekinî Swêde yek ji wan welatê pêşî ye, ji bo ku dagirkeriya Tirk a li ser Rojava rawestînin wan mijar birine Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, li Ewropa xebat kirine, ji bo ku Rojava li ser piyan bimîne tişta ku ji dest wan hatiye kirin û wê bikin jî.

Lînde her wiha got bi Îlham Ehmed û gelek rêveberên Rojava re têkiliyên xwe baş in, gelek caran hevdîtin kirine û got, ''Ji bo ku Rojava di koalîsyona dijî DAÎŞ'ê de were temsîl kirin me mijar anî rojevê û em ê bînin jî.''

Lînde her wiha got ew sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî ên Rojava, yên li ser zarok, jin û gelê sivîl ji nêz ve dişopînin, ji bo ku birînên Rojava werin pêçan 100 milyon kron alîkarî dane.

Di civînê de nûnerên Kurdan jî zext û zordariya dewleta Tirk a li ser HDP'ê anîn rojevê, ji Swêdê xwetin ku xwedî helwesteke çalak be û mijarê li platformê navnetewî bide nîqaşkirin.

Lînde diyar kir HDP ji bo wan partiya xwîşk û bira ye ew li dijî zext û zordariya li ser wekîl û şaredarên HDP'ê disekinin, mijarê li Stockholm û Enqerê bi rayedarên Tirk re diaxivin.

Lînde her wiha got meseleya Kurd bi tundiyê çareser nabe, divê bi rêyên aştiyê çareser bibe, mînaka Nelson Mandela da û got divê meseleya Kurd jî bi diyalogê çareser bibe û ew dixazin ku hevdîtinên aştiyê dîsa dest pê bikin.

Lînde herî dawî got Kurd li Swêdê xebatên pir serkeftî ên dîplomatîk dikin, diyar kir pir girîng e ku hemû Kurdên li Ewopa, li welatên ku lê ne bi hikûmetan re têkilî deynin û daxwazên xwe bibêjin.