Li Westerparkê çalakiya antî-faşîst
Li bajarê Amsterdamê ya Hollandayê bi dehan sazî kom bûn û li dijî faşîzmê çalakiyek li dar xistin.
Li bajarê Amsterdamê ya Hollandayê bi dehan sazî kom bûn û li dijî faşîzmê çalakiyek li dar xistin.
Bi qasî 1000 kes tevlî çalakiya li Westerparkê ya li Amsterdamê bûn û herî kêm 100 saziyan deklarasyona çalakiyê îmze kirin.
Kurd bi ala û posterên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyanî dan û diyar kirin ku dema li Parîsê sê jinên Kurd ên şoreşger hatin qetilkirin, di vê qetlîamê de rola hikumeta Fransayê jî heye.
Di axaftinan de li dijî faşîzmê qala hevrebûna gelan hate kirin.