Welatparêzê Kurd Demîrhan ji ber koronayê rehmet kir

Welatparêzê Kurd Mehmet Şah Demîrhan ê li Bad Ems a nêzî Koblenz a Elmanyayê dijiya, ji ber şewba vîrûsa Koronayê rehmet kir.

Welatparêzê Kurd Mehmet Şah Demîrhan ê li Bad Ems a nêzî Koblenz a Elmanyayê dijiya piştî berxwedana 38 rojan a li dijî şewba Covîd-19 rehmet kir.

Kurê Demîrhan Levent Demîrhan jî got: “Em pir kêfxweşin ku me cara dawî bavê xwe dît. Dema em li gel xwe dîtin ew jî kêfxweş bû. Em ê jiyana bi rûmet a ji bo me hiştî bidomînin.”

Demîrhan ê ji navçeya Sêwreg a Rihayê sala 1957’an hatiye dinê, di dema şer li Kurdistanê dijwar bû, peyîza sala 1991’ê koçberî Elmanyayê bûye. Demîrhanê ê ji welat qût nebû, li vir di bin sêwana komeleyan de kar kir. Demîrhan di sala 1991-2008’an de bi awayekî aktîf kar kir, ji wê demê heta berî şewba koronayê tevlî hemû çalakî û aktivîteyan dibû.

Kurê Mehmet Şah Demîrhan, Levent Demîrhan anî ziman ku piştî bavê wî bi şewbê ket 27’ê Adarê agaî girt ku dayika wî û birayê wî Azad jî bi şewbê ketine.

Levend Demîrhan herî dawî ev got: “Em pir kêfxweşin ku me cara dawî bavê xwe dît. Dema em li gel xwe dîtin ew jî kêfxweş bû. Em ê jiyana bi rûmet a ji bo me hiştî bidomînin.”

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA