Wekîlên PE’yê piştgirî dan banga Rêber Apo

Wekîlên Parlamanta Ewropayê, derbarê banga Rêber Apo û biryara agirbestê ya PKK’ê de daxuyanî dan û diyar kirin ku divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike.

PARLAMENTOYA EWROPAYÊ

Komek wekîlên Parlamanta Ewropayê têkildarî banga Aştiyê ya Rêber Apo ya di 27'ê Sibatê de û agirbesta ku PKK'ê di 1'ê Adarê de îlan kir daxuyaniyek bi sernavê "Ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê banga piştgiriyê" parve kirin û bal kişandin ku ev banga dîrokî ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo aştî û demokrasiya hemû herêmê firsendeke girîng pêşkêş dike.

Berfirehiya daxuyaniya koma wekîlên PE’yê bi vî rengî ye:

"Ya ku divê niha were kirin, ji bo aştî û demokrasî bibe rastiyek, divê şert û mercên siyasî û hiqûqî bên avakirin. Vegera serweriya hiqûqê, berdana girtiyên siyasî, bidawîkirina tayînkirina qeyûman û rawestandina operasyonên leşkerî yên li derveyî sînor gavên girîng in ku pêwîstiya wan bi piştgiriya navneteweyî heye.

'DIVÊ FERSENDA JIYANÎ JI DEST NEYÊ BERDAN'

Em weke endamên Parlamenta Ewropayê bang li berpirsyarên li Tirkiyeyê dikin ku vê firsenda jiyanî ji dest bernedin û ji bo pêvajoyeke mayînde ya aştiyê gavên şênber biavêjin. Wekî din, em bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dikin ku rola xwe bilîze.

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN BI AWAYEK AZAD DANÛSTANDINAN BIKE’

Abdullah Ocalan ji bo siberojeke demokratîk û aştiyane, ji bo muzakereyê berpirsyarî hilgirtiye ser milê xwe. Ocalan ê ku baweriya bi mîlyonan Kurd bi dest xistiye, divê bi awayek azad danûstandinan bike û destûr bê dayîn ku tevlî pêvajoyên siyasî bibe. Ji ber vê sedemê daxwaza me ji Komîsyona YE'yê ew ku ji bo Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi rola xwe ya dîrokî rabe, di pêvajoya aştiyê de şert û mercên pêwîst pêşkêş bike.

'ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DIDOMIN'

Tevî ku PKK’ê agirbest ragihandibe jî, hêzên Tirk êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Îraqê didomînin. Nabe ku hinceteke maqûl ji bo êrîşên bi vî rengî hebe; ev êrîş encax pêşî li PKK'ê bigire ku ber bi rêya demokratîk ve biçin. Li şûna vê yekê pêwîstiya wan bi garantiyên ewlehiyê heye ku dê bihêle PKK’ê kongreyekê lidar bixe û rê bide endamên wê ku roleke nû ya sivîl bibînin.

‘DIVÊ YE ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE’

Tu hincet ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîne. Ev êrîş li herêmê bêîstîkrariyê zêde dike û banga me ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ew e ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku dawî li êrîşên li ser sînoran bîne.

‘BANGA ABDULLAH OCALAN LÊGERÎNA AŞTIYÊ YE’

Banga Abdullah Ocalan lêgerîna demokrasî û aştiyê ye. Ji bo aştiyeke mayînde rêyeke demokratîk pêwîst e. Kêmbûna demokrasiya Tirkiyê ji bo YE’yê bûye sedema nîgeraniyê û em bang dikin ku divê Komîsyona YE’yê di navbera têkiliyên YE-Tirkiyeyê û pêkanîna pîvanên demokratîk de têkiliyek çêbike.”

ÎMZEVAN

Navê wekîlên Parlamenta Ewropayê yên ku daxuyanî îmze kirine bi vî rengî ne:

Leila CHAIBI, France, The Left

Andreas SCHIEDER, Austria, S&D

Leoluca ORLANDO, Italy, Greens/EFA

Per CLAUSEN, Denmark, The left

Damien CARÊME, France, The Left

Ana MIRANDA, Spain, Greens/EFA

Brando BENIFEI, Italy, S&D

Ozlem DEMIREL, Germany, The Left

Marina MESURE, France, The Left

Anthony SMITH, France, The Left

Irene MONTERO, Spain, The left

Hanna GEDIN, Sweden, The Left

Jonas SJÖSTEDT, Sweden, The Left

Isabel SERRA, Spain, The Left

Martin Schirdewan, Germany, The Left

Evin INCIR, Sweden, S&D

LI ANDERSSON, Finland, The Left

Erik MARQUARDT, Germany, Greens/EFA

Vicent MARZA, Spain, Greens/EFA

Rudi KENNES, Belgium, The Left

Rima HASSAN, France, The Left

Vladimir PREBILIČ, Slovenia, Greens/EFA

Jaume ASENS LLODRA, Spain, Greens/EFA

Krzysztof ŚMÍSZEK, Poland, S&D

Cristina GUARDA, Italy, Greens/EFA

Nikos PAPANDREOU, Greece, S&D

Pasquale TRIDICO, Italy, The Left

Estrella GALÁN, Spain, The Left

Irena JOVEVA, Slovenia, Renew