Wekîlên Parlamenta Ewropayê li dijî polîtîkayên otorîter hişyarî

Bi dehan wekîlên Parlamenta Ewropayê, ji bo tevdîrên kontrola tund a li gelek welatan ji ber şewba Covîd-19 ketin rojevê nebin hincet ji polîtîkayên otorîter ên dewletan, bang kirin ku bi lezgînî tevdîr bên girtin.

Bi dehan endamên Parlamenta Ewropayê yên ji nêrînên cuda yên siyasî hişyarî dan, ku dewlet bi hinceta Covîd-19 dikarin hewl bidin ku bahaneyan ji polîtîkayên otorîter û bisînorkirina azadiya şexsî biafirînin.

Nameya vekirî li rojnameya Lîberatîon a li Fransayê hate weşandin û ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku tevdîran bigire.

MÎNAKÊN POLONYA Û MACARISTANÊ

Di nameyê de işaret Polonyayê hate kirin ku mûxafazakarên rastgir PîS ên bi polîtîkayên xwe yên otorîter naskirî ne li desthilatê ne. Her wiha mînaka partiya Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orhan Fîdesz hate nîşandan û komîsyonê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê.

Di nameya vekirî de hate bibîrxistin ku li Polonyayê PîS'ê bi parlamentê biryar da wergirtin ku di hilbijartinên serokkomariyê de deng karibe bi rêya postayê bê bikaranîn û di heman demê de jî Alîkarê Wezîrê Parastinê kir serkêşê Îdareya Postayê. Di nameyê de hate ragihandin, Serokkomar Andrzej Dûda bi wesîleya Covîd-19 beriya hilbijartinê hewl da ku bibe yekane lîder ku di medyayê de xuya dike.

Endamên Parlamenta Ewropayê bal kişandin ser Macaristanê jî û diyar kirin ku Serokwezîr Vîktor Orban bi wesîleya şewbê biryara 'erka tam a bêdawî' bi parlamentê daye wergirtin.

PÎVANÊN DEMOKRASÎ, AZADÎ Û DEWLETA HIQÛQÊ TÊN BINPÊKIRIN

Parlamenteran hişyarî dan ku bi bahaneya tevdîrên dijî vîrûsê pîvanên demokrasî, azadî û dewleta hiqûqê tên binpêkirin.

Di nameyê de ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Konseya Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û bikin ku peyman û normên heyî bi cih bên anîn.

PARLAMENTERÊN MOHRA XWE DANÎN BINÊ NAMEYÊ

Parlamenterên ku mohra xwe danîn binê nameyê wiha ne: Fabienne Keller, Renew Europe, Fransa, Nathalie Loiseau, Renew Europe, Fransa, Juan Fernando López Aguilar, S&D, Spanya, Sophie in’ t Veld, Renew Europe, Hollanda, Michal Šimečka, Renew Europe, Slovaquie, Sylwia Spurek, S&D, Polonya, Bernard Guetta, Renew Europe, Fransa, Cornelia Ernst, GUE, Allemagne, Damien Carême, les Verts, Fransa, Dragos Tudorache, Renew Europe, Romanya, Salima Yenbou, les Verts, Fransa, Gwendoline Delbos-Corfield, les Verts, Fransa, Ramona Strugariu, Renew Europe, Romanya, Abir Al-Sahlani, Renew Europe, Swêd, Jan-Christoph Oetjen, Renew Europe, Allemagne, Maite Pagazaurtundúa, Renew Europe, Spanya, Hilde Vautmans, Renew Europe, Belçika, Tineke Strik, les Verts, Hollanda, Anna Júlia Donáth, Renew Europe, Macaristan, Olivier Chastel, Renew Europe (Belçika).