Wekîlên jin ên HDP’î bi wekîlê Swêdê re civiyan

Komîsyona Dîplomasiya Jinên HDP’ê bi parlementerên Partiya Demokrat a Civakî û Partiya Çep a Swêdê re civîna onlîne pêk anîn.

Civîn ji aliyê jinên HDP’î ve hate organîze kirin. Di civîna ku bi parlementerên Partiya Çep a Swêdê re hatî pêkanîn de, nîqaş li ser tundutijiya li jinên Kurd û jinên siyasetmedar ên HDP’ê hate kirin.

Di civînê de ji Parlemeneterê Partiya Çep û Serokwekîla Meclîsê Lotta Johnsson Fornarve, Berpirsê Têkiliyên Karê Derve Hakan Svennelîng, Berpirsa Têkiliyên Ewropayê Îlona Waldaû, Endama Forma Navneteweyî ya Partiya Çep Yekbûn Alp, Berpirsa Têkiliyan Elîn Gustafson, Berpirsa Perwerdehiyê Gûdrûn Brûnegard, Endamê Parlementoya Ewropa û Konseyê Ola Moller, Berdevka Jin a Parlementoya Partiya Demokrat a Civakî û Konseya Ewropa yê Carîna Olsson amade bûn.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da diyarkirin ku şîdeta li ser jinên ku di girtîgehan de dimînin û herî zêde li Tirkiye ye, li bajarên Kurdan jî zext li ser tevgera jinan tê kirin. Di heman demê de bibîr anî ku parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji aliyê Wezîrê Karê Hindir Suleyman Soylu ve weke hedef tê destnîşankirin.

Aktîvîsta TJA yê Semra Guzel jî li ser girtina Berdevka TJA yê Ayşe Gokkan û di 6 salên dawî de zextên li ser tevgera jinên Kurd tê kirin, axivî.

Di civîna ku peyama yekîtiyê hatî dayîn de, jinan da diyarkirin ku li hemberî pirsgirêkan pêwîste jin bi hev re tevger bikin.