Wekîlê Kanadî serdana Yûsûf Îba kir

Parlementerê Kanadî Tom Kmîec, çû serdana Yûsûf Îba yê li Torontoyê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Kmîec got: “Divê zext li dewleta Tirk bê kirin.”

Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanada ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye, tevî rewşa xwe ya giran tedawî red kiribû û çalakiya xwe didomîne.

Çalakiya Îba bibû rojeva Parlementoya Kanad û ji bo Îba yê 117 roj in di grevê de ye banga destekê hatibû kirin.

Parlementerê Partiya Conservatîve Tom Kmîec û heyeta pêre serdana Îba kirin, anî ziman ku dosyaya Îba daye Wezareta Karê Derve ya Kanada û li ser mijarê bi wezaretê re hevdîtin kiriye. Kmîec diyar kir ku ji bo zextê li dewleta Tirk bikin wê bişopîne.