Wekîlê HDP'yî li Swêdê bi Sûryaniyan re rûnişt

Wekîlê HDP'ê Tûma Çelîk li bajarên Orebro û Stockholmê yên Swêdê bi pêşengên dînî yên Sûryanî re rûnişt. Di civînên gel de jî bi Sûryaniyan re civat danîn.

Tûma Çelîk li Stockholmê bi şaredar û rayedarên Sodertalje û Orebre yên Stockholmê re rûnişt.

Çelîk li du deveran bi rayedarên dêrên Sûryanî û pêşengên dîn re hev re rûnişt, di civînên gel de derbarê geşedanên li Tirkiyê agahî da Sûryaniyan.

Çelîk li Sodartalje ku ji 30 hezarî zêdetir Sûryanî lê dijîn derbarê hilbijartina 31'ê Adarê ya li Kurdistanê û Tirkiyê agahî da.

Çelîk diyar kir li gel hemû dek û dolab û zext û zordariya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê jî ji 50'î zêdetir şaredarî standine û her wiha bi stratejiya xwe li bajarên mezin ên mîna Stenbolê, Enqerê, Edene, Mêrsîn û Entalyayê derbeke giran li tifaqa faşîst dane.

BERXWEDAN DIDOME DIVÊ TECRÎD RABE

Çelîk diyar kir li Tirkiyê mafên mirovan gelekî zêde têne binpêkirin, bi temamî nehiqûqî serdest bûye lê li gel vê jî li girtîgehan û dayikên girtiyan li kuçe û kolanan berxwedaniya xwe didomînin.

Çelîk bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oocalan û diyar kir, Tirkiye bi tecrîdê yasa û hiqûqên xwe û yên navnetewî jî binpê dike û got, ''Beriya ku kesek bimire divê tecrîd were rakirin.''

Çelîk got li gel gotinên desthilatê û alîgirên wê jî HDP partiya Tirkiyê û tekane partî ye ku temsîla Kurd, Tirk, Asûrî û Sûryanî û kêmarên din dike.