Wê rêveberên Mexmûr, Şengal û Qendîlê qala êrîşan bikin
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê wê rêveberên Mexmûr, Şengal û Qendîlê li ser înternetê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê wê rêveberên Mexmûr, Şengal û Qendîlê li ser înternetê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Rêveberên Mexmûr, Şengal û Qendîlê li ser înternetê wê qala êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bikin.
Hevserokên Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo û Hesû Îbrahîm, Hevserokên Meclîsa Gel a Mexmûrê Çîçek Cengîz û Haci Kaçan, Hevşaredarên Qendîlê Awat Îbrahîm û Mihemed Hesen wê îro saet di 11.00’an de tevlî civîna çapemeniyê ya li ser înternetê bibin.
Ev civîn ji aliyê Civaka Azad wê were lidarxistin û axaftina beşdaran jî bi rêya simultane wê wergerînin Îngilîzî. Rojnameger û saziyên çapemeniyê piştî serlêdana [email protected] wê karibin pirsên xwe ji beşdaran re bikin.
Wê civîn ji hemû kesan re vekirî be û kesên bixwazin dikarin saet di 11.00’an de li ser navnîşana https://youtu.be/RGU90u3rajA li civînê temaşe bikin.