Wê li Bologna Qetlîama Parîsê bê protestokirin

Li Bologna ya Îtalyayê Qetlîama Parîsê wê bi meşekê bê protestokirin.

Li bajarê Bologna ya Îtalyayê ji bo sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşek hate kirin. Meşa ku saziyên mîna UİKİ Onlus, Rete Kurdistan, Jineoloji İtalia, Rete Jin, Non Una Di Meno organîze kir, gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl destek kirin.

Di metna ji bo meşê hate belavkirinkirin de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagiker berî her tiştî jinên şoreşger ên Kurd dikin hedef û got: “Li Rojava li her qada jiyanê sîstemeke ya azadiya jinê û xweparastinê hatiye avakirin û bi vê yekê derket holê ku civakek nû tê avakirin û mimkune ku mêrsalarî bê rakirin. Yek ji sedemê êrîş birina ser Şoreşa Rojava jî ev e.

Qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê dîsa qetilkirina Hevseroka Partiya Siberojê ya Sûriye Hevrîn Xelef û şervana YPJ’ê Amara Guneş jî ji vê tirsê tê.”

Herî dawî hate gotin ku ji mînaka jina têkoşer hêz û cesaretê dikgirin û got: “Dem hatiye ku em dengê şoreşê li kolanan belav û olan bidin.”

Li Bolognayê wê 11’ê Mijdarê li Pîazza XX. Settembre meşek bê kirin.