Tuzak ê rewşa wî giran bû çalakiya xwe didomîne

Mele Mûstefa Tûzak ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Ocalan 96 roj in di grevê de ye tevî rewşa xwe ya giran bi biryar e ku çalakiya xwe bidomîne.

Tevahiya rojê rewşa tenduristiyê ya Mele Mûstefa Tûzak ê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 96 roj in di greva birçbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye dewam kir.

Tûzak ê dilê wî lêda, piştre dilê wî pir bi lewazî lêda û rewşa wî goiran bû. Li ser vê yekê bang li ambulansê û tîmên tenduristiyê hatin kirin. Tûzak ê bi alîkariya mesaja tîmên tenduristiyê kêm jî be lêdana dilê wî baştir bû, çûna nexweşxanê û tedawiyê red kir.

Tûzak anî ziman ku wê bibiryardarî çalakiya xwe li gel hevrêyên xwe yên din ên di grevê de ne bidomîne. Tûzak destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya xwe dewam bike.

Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl ên li gele Mele Mûstefa Tûzak di grevê de ne çalakiya xwe didomînin. Çalakiya Cemal Kobanê û Omer Bagdûr di rja 80’ê û Şiyar Xelîl jî roja 83’an de ye.