Li Torînoyê jinên ciwan li qadan in
Jinên ciwanên ên enternasyonalîst ku li bajarê Torîno yê Îtalyayê li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Jinên ciwanên ên enternasyonalîst ku li bajarê Torîno yê Îtalyayê li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Jinên ciwanên ên enternasyonalîst ku di çaroveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li qada sûkekî ya Torînoyê li hev civiyan û pankarta “Jin, jiyan, azadî” ya bi zimanê Îtalî vekirin.
Jinên ciwan metna ku ji nêrînên Abdullah Ocalan ên ji bo xweparastina jinan pêk dihat xwendin û wiha gotin: “Ramên Rêber Apo çirûska azadiyê ji nû ve geş kir. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya azadiya jin û gelan. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.”