Tolhildan Tekman li Darmstadtê hat bibîranîn

Ji bo Tolhildan Tekman ê li Sêrtê şehîd bû, bi beşdariya malbata wî li Darmstadtê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Gerîlayê HPG’ê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di Îlona 2020’an de li Sêrtê şehîd bû û hestiyên wî 3 sal şûnde di qutiyekî de radestî malbata wî hat kirin û du hevreyên wî li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi çalakiyekî hat bîranîn.

Malbata Şehîd Tolhildan Tekman, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Girse ji aliyê apê Şehîd Tolhildan Tekman Harûn Ûzûn û birayê wî Yûsûf Ûzûn ve hat pêşwazîkirin. 

Bîranîn di şexsê Tolhildan Tekman de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre Yûsûf Ûzûn mafê axaftinê girt û wiha got: “Şehadeta Tolhildan li zora me neçû, ji ber ku em dizanin di oxira azadiyê de şehîd bû. Lê ya zor ew bû ku dijmin hestiyên wî di nava qutiyekê de radest kir û li goristanê astengî derxist. Lê em dijminê xwe nas dikin.”

Ûzûn diyar kir ku divê xwedî li şehîdan bê derketin û wiha berdewam kir: “Xwedî derketin ne li ser wan axaftin, lê xwedî li doza wan derketin e. Me soz daye wan; em ê li ser rêya wan bimeşin.”

Piştre li ser navê KOMAW’ê axaftin hat kirin. Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan û bîranîn bi dawî bû.