TKP-ML’ê li Swîsreyê şehîdên partî û şoreşê bi bîr anî

Şervanê TKP-ML’ê yên ku di salên cihê de di meha Çileyê de şehîd bûne, li bajarê Baselê yê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Bibîranîn ji aliyê TKP-ML Swîsreyê hate lidarxistin. Alîgirên TKP-ML’ê û gelek partî û saziyên şoreşger tevlî bibîranînê bûn.

Bibîranîn bi sirûdên neteweyî û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Nûnerekî Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya TKP-ML’ê di bibîranînê de axivî û qala girîngiya kongreya yekemîn a TKP-ML’ê ya di Nîsana 2019’an de kir.

Şehîdên Rojava di serî de, Nûbar Azadyan, Serdar Can û şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn.

Li ser navê HBDH’ê jî axafinek hate kirin û hate gotin ku “Îro pergala kapîtalîst û emperyalîst li ser axa Tirkiye û Kurdistanê faşîzmek ava kirine. Li hemberî vê pergala faşîst em ê têkoşîna xwe geş bikin û em ê bi ser bikevin. Gelê Kurd di serî de, têkoşîna hemû çînên bindest wê bi şoreşê re bi ser bikeve.”

Piştî axaftin û sirûdên şoreşgerî, bibîranîn bi dawî bû.