TJK-F û CDK-F: Di qetlîama Parîsê de israra me ya têkoşînê wê edaletê diyar bike

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji her kesê ku ji bo ronîkirina Qetlîama Parîsê têdikoşin sipasî kir û got, “Israra me ya têkoşînê wê edaletê diyar bike.”

Di daxuyaniya hevpar a TJK-F û CDK-F’ê de hat gotin, “Ji bo ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîs a Fransa de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, careke din di 9’mîn salvegera wê de bi daxwaza 'edaletê', di hefteya dawî de li rex gelek çalakiyan me bi taybetî li Parîs û li seranserê Fransayê meş li dar xist. Em deyndarê hemû kesayet, sazî û gelê xwe ne ku ji bo hêzên kujer bên darizandin û rastî veguhere edaletê, di vê pêvajoyê de xebitîne.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Di serî de kesayetên siyasî, saziyên dost, partiyên siyasî, femînîst ku tevlî hemû bîranîn û meşên mezin ên 5-8-9’ê Çileyê yênTevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hatinî lidarxistin bûne û li beramberî hemû gelê me yê ku ji roja destpêkê ya vê dozê ve li qadan e, di şopandina vê dozê de ne wek mêvan, weke malûvanî bûne xwediyê çalakiyan û xwedîderketina li daxwaza demokrasî, edalet û azadî ya sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez emanetî me kirinî pîroz dikin.

Ev doz ne tenê doza pêkanîna edaletê ya Kurdan bû. Di heman demê de li bendê ye ku edaleta Fransa di tariyê de nemîne û wekî pirsgirêka demokrasiyê were ronîkirin. Bi vê zanebûnê, keda hemû hevalên me yên ku bi me re hevaltî kirine û ji roja destpêkê ve bi me re ne, têkoşîna pêşerojeke ronî, azadî û demokrasiyê ye. Ev meş wê bi hemû hevalên me yên ku 9 sal in li ser vê bingehê di nava têkoşînê de ne, bidome. Bi baweriya ku hêzên demokrasî û aştiyê wê careke din bi ser bikevin, em hemû kesên ku 9 sal in ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nobedarê edaletê ne silav dikin û em ê bi hev re lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.”