TJK-E'yê banga çalakiyên 1'ê Cotmehê ya ji bo Rojhilat kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bang li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî jinan kir ku beşdarî çalakiyên 1'ê Cotmehê yên li seranserê Ewropayê wê ji bo Jîna Emînî û gelê Rojhilat bên lidarxistin, bibin.

TJK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser jina Kurd Jîna Emînî ya ku di 16'ê Îlonê de di encama êşkenceya polîsên “exlaq” ên Tehranê de jiyana xwe ji dest da û berxwedana piştî wê hat kirin û diyar kir ku ti zilm nikare têkoşîna jinan a bilind dibe, bisekinîne.

Daxuyanî wiha ye:

“Serhildana gelê Rojhilat û civaka Îranê ya bi pêşengiya jinan li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ên Îranê ve her diçe mezin dibe û pêl bi pêl belav dibe. Weke hemû dewletên despotîk, desthilatdariya mêran careke din hewl dide vê serhildanê bi xwîn û zorê bitepisîne. Lê ti çewisandin û êrîş wê nikaribin têkoşîna jinan a bilind dibe asteng bike. Daxwazên jinên Kurd û Îranî daxwazên demokratîk û gerdûnî ne. Çawa ku daxwazên jinan nayên paşguhkirin, zext û zordariya wan jî nayê qebûlkirin.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em bi çalakiyên hem li Rojhilat, hem li Îranê û hem jî li derveyî welat bûne dengê Jînayê û em ê bidomînin. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em vê berxwedana azadiyê bi tenê nehêlin û li ser esasê azadî û demokratîkbûnê û  ji bo demek dirêj ji jin û gelan re veguherînin destketiyan. Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em ê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe ya hevpar bi jinên ji gelek gel û civakên li Ewropayê re berfireh bikin.

Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurd û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku wê 1’ê Cotmehê roja Şemiyê ji bo Jina Emînî û gelê Rojhilat li seranserê Ewropayê bên lidarxistin bibin. Dem dema piştgirîdayîna vê berxwedanê û mezinkirina wê ye.”