TJK-E: Em tevlî çalakiyên 25'ê Sibatê bibin

TJK-E'yê ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP'ê berpirsyarê hilweşîna ji ber erdhejê ye û ji bo meş û mîtîngên 25'ê Sibatê yên li welatên Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Ji ber karên lêgerîn û rizgarkirinê yên qet nehatin kirin an jî bi derengî hatin kirin, gelek mirovên me di binê kavilan de asê man û em bûn şahidê qîrîna wan a ji bo alîkariyê. Dema ku mirov asta aborî, civakî ya erdhejê dinirxîne ku hîn jî erdhej dewam dike, hingî nabe ku mirov vê felaketa mezin li derveyî siyasetê binirxîne. Ji rûdana vê felaketê û mezinbûna wê, yekser desthilatdarî berpirsyar e. Ji destpêkê ve nekarî krîzê bi rê ve bibe, hîn mezintir kir û hewl dide partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl ên dixwazin alîkariyê bikin, asteng bike. Pêvajo li demê belav kir û gelek mirov di binê enqazan de ji mirinê re hişt. Hem alîkarî nebir gelek gund û wargehan, hem jî li pêşiya komên alîkariyê bû asteng, alîkariya hate kirin jî navê şaredarî û partiyên xwe li ser danî û bi vî rengî desteser kir."

'DESTWERDAN DERENG XIST'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewletê li şûna ku herêmê weke herêma afetê îlan bike, Rewşa Awarte ragihand û biryarên şer xiste dewrê." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Îlana konsepta qirkirinê ya bi salan li ser gelê me dimeşîne, di pêvajoyeke bi vî rengî de bi nixumandina rastiyan, jê heye ku dikare ji nav derkeve. Li herêma karesatê, ji ber ku Kurd, gelê Ereb, baweriya Elewî û mirovên ji baweriyên cuda lê ne, destwerdana li karesatê dereng xist. Bi polîtîkayên qirkirinê re dijminatî, nijadperestî û cihêkarî xiste dewrê û li şûna ku alîkariyê bike, erdhej ji bo xwe kir firsendek û dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Lewma sê rojan dest li qadê werneda ku mirovên di binê enqazan de rizgar bikin. Her wiha tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên cuda hatin jî bi saetan li balafirgehan rawestandin û bi vî rengî destwerdan dereng xistin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berpirsyarên vê felaketê Erdogan û alîgirên wî ne, ku baca erdhejê standin û nediyar e bi ku ve çûn, Efûya Îmarê ragihandin û hewl dan hemû kêmasiyên xwe bi pereyan paqij bikin. Li şûna wergirtina tedbîran, propagandayê dikin, hejmara avahiyên di nava salekê de çêbikin dikin û bi vî rengî hesab li ser ranteke nû dikin.

Jİ bo alîkarî negihêje bajarên li Rojava hilweşiyayî ne, çi jê tê dikin, deriyên sînor digirin û bi vî rengî dibe berpirsyarê sereke yê vê karesatê. Tevî ku erdhej bû, bombeyan li Rojava dibarîne û hewl dide komkujiyeke topyekûn û hilweşîneke mezin bike. Di vê mijarê de piştgiriya ji DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê dewam dike. Tevgera azadiyê ya Kurd ji ber vê rewşê biryar stend ku çalakiyên leşkerî bide sekinandin û ji bo ku alîkarî bigihêje gelê me, banga seferberiyê li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir.

'CAREKE DIN HATE DÎTIN KU RÊXISTINÎ GELEKÎ PÊWÎST E'

Di vê erdhejê de eşkere bû ku bi piştevaniya gelan rêxistinî çiqasî pêwîstiyeke mezin e. Gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê seferberî ragihandin, li her herêmê maseyên krîzê ava kirin, ji bo alîkarî û xizmetê hewl dan koordîneya pêwîst pêk bînin. Lewma wezîfeya me ya bingehîn ew e ku bi alîkarî û xizmetê, bi parastina şert û mercên jiyanê, birînên gelê xwe bipêçin. Vê tecrûbeya bi êş û giran careke din nîşanî me da ku sîstema heyî di polîtîkayên rijandina xwînê, rondikên çavan, talan, mirin, qirkirin û şer de israr dike. Erdogan û hikumeta wî ku hebûna xwe li ser xwîna gelan, jinan û zarokan dewam dike, divê em li her derê tifaqa wî ya qirêj kifş bikin û ji rûyê wî û alîgirên wî re bibêjin ku nikare xwe ji vê yekê xwedî bike.

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

Lewma em bang li gelê Kurd, jinên Kurd û dostan dikin ku 25'ê Sibatê li welatên Ewropayê tevlî meş û mîtîngan bibin."