BI DÎMEN

'Tiştên ku niha li Ocalan tê kirin berê li Gramscî hatibû kirin'

Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê dişibe kiryarên desthilatdariya Mûssolînî ya faşîst ên li dijî Antonîo Gramscî û got, "Dixwazin fikrên Ocalan bikujin ku Marksîzma vê serdemê ye."

Li Îmraliyê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala xwe ya 25'an temam kir, ev nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hevdîtina parêzer û malbata wî bi temamî ji dest hatiye girtin. Li dijî van hemû bêhiqûqiyan, pêngava "Ji Abdulla Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya ku di 10'ê Cotmehê de hat destpêkirin, roj bi roj bi piştgiriyeke xurt li cîhanê mezin dibe.

Siyasetmedarê Îtalyayê û Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê Paolo Ferrero têkildarî tecrîda li Îmraliyê û pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji ANF’ê re axivî.

'OCALAN ŞOREŞGER Û FÎLOZOFEKÎ PÊŞENG E'

Wezîrê berê Paolo Ferrero ku tecrîda li Îmraliyê weke bêhiqûqiyê bi nav kir, diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê re hewl dide fikrên Abdullah Ocalan ji holê rake û got: “Ez difikirim ku sedema tecrîdê pir zelal e. Abdullah Ocalan ramanwer, rewşenbîr, şoreşger û fîlozofekî Kurd ê pêşeng e. Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze fikrên Abdullah Ocalan ji holê rake.”

‘ARMANCA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û KIRYARÊN LI DIJÎ GRAMSCÎ WEKE HEV IN’

Wezîr Ferrero wiha axaftina xwe domand: “Tecrîda ku dewleta Tirk li ser Abdullah Ocalan ferz dike, dişibe pêkanînên desthilatdariya faşîst a Îtalyayê Mussolînî ya li dijî nivîskar, teorîsyen û rêberê şoreşger ê Îtalyayê Antonîo Gramscî kiribû. Ji bo Abdullah Ocalan nikaribe serbest tevbigere yan jî bifikire van pêkanînan li ser ferz dikin. Armanca dewleta Tirk bi eşkere ji holê rakirina fikrên Abdullah Ocalan e.”

'AZADIYA OCALAN PIRSGIRÊKEKE CIVAKÎ YE'

Paolo Ferrero anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî girîngiyeke sereke ye û wiha axivî: “Azadiya Abdullah Ocalan wê deriyê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd veke. Abdullah Ocalan aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd e, ev rewşek pir zelal e. Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya siyasî û aştiyane pêşniyar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêkeke wiha azadiya Abdullah Ocalan wê bibe gava yekemîn. Li ser vê bingehê azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, pirsgirêkek civakî ye.”

‘FIKRÊN ABDULLAH OCALAN MARKSÎZMA ÎRO YE’

Paolo Ferrero bal kişand ser girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan ên ku xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û wiha pêde çû: "Paradîgmaya Abdullah Ocalan gelekî girîng in, ji ber ku serketina li dijî kapîtalîzma îro de rê nîşan dide. Abdullah Ocalan Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike. Ev tê wateya demokrasiya rasteqîn û gelan, bi taybetî jî ya jinan. Abdullah Ocalan bi paradîgmayên xwe çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên îro de çareseriyê pêş dixe. Li gorî min fikrên Abdullah Ocalan Marksîzma niha ye.”    

ANTONIO GRAMSCÎ KÎ YE?

Antonîo Gramscî di sala 1891’an de li herêma Sardînya ya Îtalyayê ji dayik bû, di navbera 1911 û 1914’an de li Zanîngeha Torrino fîlolojî xwend. Gramscî dema zanîngehê dixwend têkoşîna Sosyalîst nas kir, bû yek ji serokên baskê Partiya Sosyalîst a Îtalyayê ku di sala 1913'an de tevlî bû. Gramscî ku di weşanên partiyê de jî wek redaktor xebitî, paşê rojnameya Ordine Nouvo derxist. Gramscî ku di sala 1920’an de ji Partiya Sosyalîst a Îtalyayê derket, di destpêka sala 1921’ê de Partiya Komunîst a Îtalyayê ava kir.

Piştî ku Mussolînî bû desthilatdar, Gramscî çû Moskowê û li wir bi Lenîn re xebitî. Di sala 1924’an de dema vegeriya Îtalyayê, Gramscî bi 18 hevalên xwe re di hilbijartinên ku di dema Mussolînî de wek namzetê Partiya Komunîst a Îtalyayê beşdar bû, derbasî parlamentoyê bû û bû Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Îtalyayê. Ew di sala 1928’an de, bi fermana rasterast a Mussolînî, ji ber dijberiya wî ya tund li dijî hikûmeta Îtalî ya faşîst hate girtin. Antonîo Gramscî ku 20 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, di hucreya xwe ya yekkesî de ji aliyê gardiyanên taybet ve di bin çavan de bû û bêzar bû. Antonîo Gramscî ku bi saya kampanyayên ku li qada navneteweyî ji bo wî hatin destpêkirin li girtîgehê pêşî li kuştina wî hat girtin, hucreya yekkesî ya ku bi salan lê ma veguherand navendeke perwerdeyê. Wî bêhejmar pirtûk xwendin û ji notên ku wî şandine derveyî welat di pirtûkekê de berhev kirin. Bi tezên ku derxistibû dest pê kir wekî fîlozof û teorîsyenekî girîng ê komunîst tê bibîranîn.

Antonîo Gramscî ku ji ber nexweşiya xwe ya giran bi şert hat berdan, di 27'ê Nîsana 1937'an de di 46 saliya xwe de dema li nexweşxaneyek Romayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.