'Tevnên piştgiriyê' yên li dijî vîrûsa koronayê mezin dibin

'Tevnên piştgiriyê' ku li dijî vîrûsa koronayê rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Londonê ava kirine, mezin dibin.

Vîrûsa korona ku bandor li tevahiya dinyayê kiriye, li Îngilistanê jî bi lez belav dibe. Bajarê sereke ku bandoreke giran lê kiriye London e. Li Îngilistanê bi deh hezaran kes bi vîrûsê ketin Hejmara qurbaniyan jî hezar kes derbas kir. Li welêt nexweşxane tijî bûne, tê gotin ku Servîsa Tenduristiyê ya Neteweyî (NHS) dibe ku têk biçe. Li Londonê Salona Pêşangehê ya Excelê veguheriye nexweşxaneyek ji bo 4 hezar nexweşî.

Tevî kedkarên tenduristiyê ku li refên pêş li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin, tevnên piştevaniya sivîl jî hene. Li welêt nêzî du sed hezar mirov tevlî tevnên piştevaniyê bûne û hem ji kedkarên tenduristiyê re hem jî ji mirovên hewcedar re dibin alîkar.

Di serî de Meclîsa Gelê Kurd, Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê û DGB, Navenda Civaka Kurd û Tirk DAY-MER û gelek rêxistinên sivîl ji bo piştgiriya alîkariya xurek, derman û piştgiriya psîkolojîk, tercûmanî û pewerdeyê li ser medya civakî tevnên alîkariyê ava kirin.

KURDAN TEVNÊN PIŞTGIRIYÊ AVA KIRIN

Navenda Krîzê ya Meclîsa Gel a Kurd li gelek bajarên Brîtanyayê bi taybetî li 6 herêmên bakurê Londonê komîsyonên krîzê ava kir. Komîsyon hewl didin ku alîkariya xurekê, derman bide mirovên xwe îzole kirine û extiyaran.

Tevî vê yekê rojane li malbatan digerin û rewşa wan a tenduristiyê dişopînin û hewl didin piştgiriya moralê bidin wan.

Karekî din jî ji aliyê dilwazên Meclîsa Gel ve tê meşandin. Dilxwaz tevî şaredariyan û tevnên piştevaniyê dixebitin û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyan. Bi taybetî bi rêya telefonê û onlîne piştgiriya tercûmaniyê bi mirovên pêwîstiya xwe pê heye dikin. Meclîsa Gel a Kurd rojane banga 'li mal bimînin' li gel dike û agahdariyê dike.

HEYVA SOR JÎ TEVLÎ TEVNÊN PIŞTGIRIYÊ BÛ

Heyva Sor jî tevlî karê piştgiriyê ji bo malbatên Kurd ên li Londonê bû. Di vê mijarê de alîkarî bi gelek malbatan re kir û bi saziya bi navê Citizen UK re karekî hevpar dimeşîne. Di vê çarçoveyê de alîkariya madî bi 500 poûndî li dibistaneke pêwîstiya xwe bi erzaqê heye kir. Heyva Sor her wiha bi tevnên din ên piştgiriyê re karekî hevpar dimeşîne.

Komek ji mamosteyên ser bi Komîsyona Perwerdeyê ya Meclîsa Gel a Kurd ji bo xwendekarên ji ber vîrûsê dûrî dersên xwe bûne dest bi karê piştgiriyê kir.