‘Tevî zextan jî fikirên Rêberê Gelê Kurd digihîjin gelan’

Berdevkê Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (UNÎA) Pablo Gûscettî, wiha axivî: "Fikirên Abdullah Ocalan ku deriyê jiyaneke nû li hemû cîhanê vekiriye, tevî hemû zextan digihîjin gelan."

Berdevkê Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (ÛNÎA) Pablo Gûscettî ku tev li çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê lidarxistin, bû û got: "Fikirên Abdullah Ocalan ku deriyê jiyaneke nû li hemû cîhanê vekiriye, tevî hemû zextan digihîjin gelan."

Di çalakiyê de ku di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de li qada Natîonsê hat lidarxistin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Vê hefteyê di çalakiyê de, yên di qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxa sala 2014’an de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê bû. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê (CDK-GE) Mehmet Latîf Çelebî, behsa qirkirina Êzidiyan a sala 2014’an kir û got: ‘’Bi têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa sala 2014’an, ev qirkirin bi qismî hat sekinandin.’’

Çelebî diyar kir ku desthilatiya AKP/MHP’ê ya faşîst ku dixwaze vê qirkirinê temam bike, êrîşan dibe ser Kurdan û Rêbertiya Kurdan û wiha axivî: "Dewlet û saziyên di komploya navneteweyî de bi rolê xwe rabû, bi nekirina dengê xwe, ji dewamkirina komployê re dibêjin erê û li înkarkirina Kurdan û daxwazên wan dewam dikin. Em Kurd, ji Rêbertiya azad û Kurdistan azad tawiz nadin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî axavtina Çelebî, Berdevkê Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (ÛNÎA) Pablo Gûscettî wiha axivî:"Kurd tevî zehmetiyên ku rû bi rû ne, li têkoşîna xwe li dijî xerakirina ekolojîk, pêkanîna wekheviya zayendî û têkoşîna demokrasî û wekheviyê dewam dikin. Em piştevanên gelê Kurd in."

Gûscettî diyar kir ku têkoşîna Kurdan gelek giring û hêja ye û wiha pê de çû: "Kurd ku rû bi rûyê kirinê dermirovî dibin, pir têdikoşin. Zexta li ser Rêberê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Em dizanin bi vê zextê wan mebest ew e ku di şexsê Rêberê Kurd Abdullah Ocalan de fikirên wî hepis bikin. Lê bi vê zextê negihîştine armanca xwe û fikirên Ocalan gihîştiye bal me jî.  Ez ji bo têkoşîn û berxwedana we ya van fikiran ku pê awayekê nû yê jiyanê pêşkêşê cîhanê didbe, ez dibêjim mala we ava be."

Gûscettî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" axaftina xwe bi dawî kir.

Piştî axavtinan banga tevlêbûna çalakiyên bibîranînê hat kirin ku wê bi boneya salvegera qirkirina Şengalê hat kirin û daxuyaniya çapemeniyê qediya.

Cihên ku wê di çarçoveya salvegera qirkirina Şengalê ya 3’yê Tebaxê de bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê ( YJK-S) çalakiyên bibîranînê bên lidarxistin, ev der in:

Aaraû 

Bahnhofplatz saet: 18.00

Basel 

Parka Dreîrosenê saet: 18.00

Lûzern 

Vogelîgårtlî saet: 19.00

Zurîh 

Helvetîaplatz saet: 18.00

Bern

Ber Parlamentoya Federal a Bernê (Bundeshausplatz) saat: 18.00

Cenevre 

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 18:00